Parêzgerê Hesekê diyar bû, gel ji bo pêşwazîkirin kom bû

Nûredîn Îsa Ehmed ê bi navê "Ebû Omer Xanîka" tê naskirin ji bo parêzgeriyê Hesekê hat tayînkirin. Gel ji bo pêşwazîkirina Nûredîn Ehmed li bajarê Hesekê li gel Çerxerêya Kevokê kom bû.

Parêzgerê Hesekê diyar bû, gel ji bo pêşwazîkirin kom bû
4 sibat, 2026   17:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûredîn Îsa Ehmed ê bi navê Ebû Omer Xanîka tê naskirin wek parêzgerê Hesekê hat tayînkirin. Wê çend kêliyên din li Çerxerêya Kevokê ya bajarê Hesekê saet 6 ji hêla gel vê bê pêşwazîkirin.

Nûredîn Îsa Ehmed kî ye?

Nûredîn Îsa Ehmed di sala 1969ˊan de li Qamişloyê ji dayik bûye, dîplomata endazyariya mekanîk û elektrîkê ji Zanîngeha Şamê wergirtiye. Ji sala 1993ˊan heta 2012ˊan wekî endazyar di Gerînendetiya Têl û Bêtêlê ya Hesekê û Qamişlolyê de xebitiye. Piştî destpêkirina şoreşa Sûriyeyê ji ber beşdarbûna wî di xwepêşandanên li dijî rejîma Baasê de û ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên rejîmê ve dihat xwestin, ji karê xwe hate bidûrxistin.

Ji wê demê ve, Nûredîn Ehmed di warê leşkerî û parastina herêmê de beşdar bûye, di pileya leşkerî de bilind bûye, di Cotmeha 2015ˊan dema damezrandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de, berpirsiyariya têkiliyên giştî girtiye û endamê Fermandariya Giştî ya QSDˊê jî bûye.

Di van kêliyan de xelkê bajarê Hesekê li gel Çerxerêya Kevokê kom bûye, ji bo parêzger Nûredîn Ehmed ê piştî lihevkirina QSDˊê û hikumeta demkî hat tayînkirin, pêşwazî bike.

(fr)