Li nêzîkî Nablusê îsraîliyek û 4 filistînî hatin kuştin

Li Nablusê di gulebaranê de îsraîliyek hat kuştin, di heman demê de di êrişeke niştecihan de çar filistînî hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Li nêzîkî Nablusê îsraîliyek û 4 filistînî hatin kuştin
24 tîrmeh, 2026   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên tenduristiyê yên Îsraîlê îro ragihand ku di bûyereke gulebaranê de li nêzîkî wargeha Havat Gilad a li rojavayê Nablusê ya li Şerîaya Rojava, kesek hat kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî ragihand ku hêzên Îsraîlê li gundê Tel ê li başûrê rojavayê Nablusê gule li sivîlên filistînî reşandin û di encamê de 4 filistînî hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

(k)

ANHA