Îran: Di êrişên DYA’yê de 55 kes mirine, 600 kes jî birîndar bûne

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku ji destpêka êrişên dawî yên Amerîkayê yên li ser Îranê û vir ve, 55 kes hatine kuştin û 600 kesên din jî birîndar bûne.

Îran: Di êrişên DYA’yê de 55 kes mirine, 600 kes jî birîndar bûne
24 tîrmeh, 2026   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê derbarê daneyên kuştî û birîndarên welatê xwe de, yên ku piştî destpêkirina şerê dawî yê bi Amerîkayê re çêbûne, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji destpêka êrişên esmanî yên Amerîkayê yên li ser Îranê ku di 27’ê Hezîranê de hatibûn destpêkirin û heya duh siharê, 55 kes hatine kuştin û 600 kesên din jî birîndar bûne.

Hate destnîşankirin ku li gelek deverên bakur û başûrê welat teqîn çêbûne, her wiha dengê teqînan li bajarên wekî Bender Ebas, Ahvaz, Omidiye û derdora Endîmeşkê ya li parêzgeha Xuzistanê hatiye bihîstin. Li gel van, dengê teqînekê li peravên başûrê girava Qeşmê ya nêzîkî Tengava Hurmizê jî hatiye bihîstin.