Dijî Hewlêrê êrişa bi dronan: 6 dron hatin xistin

Beriya niha bi demek kurt rejîma Îranê bi dronan êrişî Hewlêrê kir, tê gotin sîstema parastinê 3 ron xistine xwarê, piştî bûyerê agir bi pûşê li devera Gezneyê ketiye.

Dijî Hewlêrê êrişa bi dronan: 6 dron hatin xistin
24 tîrmeh, 2026   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyan Ajansa Rojnewsê rejîma Îranê bi dronan êrişê Hewlêrê kiriye û 6 dron ji aliyê sîstema parastinê ve hatine xistin.

Li gorî agahiyan parçeyên dronekê, li nêz gundê Gezneyê ketiye û agir bi pûş û zeviyên çandiniyê ketiye.

Piştî re tîmên agirkuj gihiştin cihê bûyerê û dest bi vemirandina agir kirine.

Derbarê ziyanan de heya niha ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Hêjayî gotinê ye ku li parêzgeha Hewlêrê yek ji pêşkeftîtirîn sîstema parastinê ya cîhanê ku sîstema parastinê ya Patriot heye; vê sîstemê piraniya dron û mûşekên ser Hewlêrê xistine xwarê.

Lê belê heman sîstema parastinê li parêzgeha Silêmaniyê nîne. Bi taybet di demên dawî de gelek caran êrişî Silêmaniyê hatiye kirin.