Ajokerên taksî bi rêya bernameya `El Mustefîd` benzînê digirin

Li bajarê Hesekê ajokerên taksî diyar kirin ku ew bi rêya bernameya El Mustefîd benzîna xwe digirin û mîna berê nema li benda dorê dimînin.

Ajokerên taksî bi rêya bernameya `El Mustefîd` benzînê digirin
Ajokerên taksî bi rêya bernameya `El Mustefîd` benzînê digirin
Ajokerên taksî bi rêya bernameya `El Mustefîd` benzînê digirin
Ajokerên taksî bi rêya bernameya `El Mustefîd` benzînê digirin
Ajokerên taksî bi rêya bernameya `El Mustefîd` benzînê digirin
Ajokerên taksî bi rêya bernameya `El Mustefîd` benzînê digirin
Ajokerên taksî bi rêya bernameya `El Mustefîd` benzînê digirin
Ajokerên taksî bi rêya bernameya `El Mustefîd` benzînê digirin
Ajokerên taksî bi rêya bernameya `El Mustefîd` benzînê digirin
2 tîrmeh, 2026   07:47
HESEKÊ

Endezyarên şîrketa Sadkopê ji bo benzînê li ser ajokerên taksî belav bikin, bernameya `El Mustefîd` çêkirin. Bi rêya vê bernameyê ajoker têne benzîna xwe digirin û li benda hevdû namînin. 

Ajoker Mihdî El Saleh got: "Berî ku bername çêbikin, li stasyonên sotemeniyê gelekî qerbalix hebû. Bi rojan em li benda benzînê diman. Niha bi rêya bernameya El Mustefîd me bi rêxistin dikin û em hemû benzîna xwe li ser karta şîrketê dayî me, digirin."

Ebdulkerîm El Îsa anî ziman ku berê wan li ser karta heftane 75 litr benzîn digirtin û wiha lê zêde kir: "Ev sîstem gelekî giran bû û em hemû li benda dora xwe diman. Gelek caran berî dor bigihîjê me, benzîn bi dawî dibû û para me nedigihîşte me. Em neçar diman ku mazotê ji bazara reş biha bikirin."

El Îsa diyar kir ku litra benzînê li gaziyan derdora 55 sente û ev yek bandorê li ser kêriya veguhastinê dike.

Ajokerên taksî êdî bi rêya bernameya El Mustefîd a elektronîk benzîna xwe heftane digirin û pirsgirêka wan hatiye çareserkirin.

Ji bo buhayê veguhastinê ajokarên taksî gotin pirsgirêka wan a dagirtina benzînê bi rêya bernameya El Mustefîd çareser bûye lê hîna madeyên sotemeniyê gelekî biha ne. Ji aliyên têkildar xwestin ku buhayê madeyên sotemeniyê dakevê û heqê veguhastinê li ser welatiyan kêm bibe.

(np)

ANHA