Li Nexweşxaneya Kîsra oksîjen 24 saetan heye

Desteya Tenduristiyê ya kantona Dêrazorê stasyoneke oksîjenê ji Nexweşxaneya Giştî ya Kîsra re peyda kir, ku wê 24 saetan bikeve xizmetî beşên tibî.

Li Nexweşxaneya Kîsra oksîjen 24 saetan heye
Li Nexweşxaneya Kîsra oksîjen 24 saetan heye
Li Nexweşxaneya Kîsra oksîjen 24 saetan heye
Li Nexweşxaneya Kîsra oksîjen 24 saetan heye
Li Nexweşxaneya Kîsra oksîjen 24 saetan heye
Li Nexweşxaneya Kîsra oksîjen 24 saetan heye
6 gulan, 2025   18:32
DÊRAZOR

Desteya Tenduristiyê ya kantona Dêrazorê ji bo pêşxistina qada tenduristiyê û pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji welatiyan re, di nava xebat û hewldanan de ye.

Der barê vê mijarê de, Desteya Tenduristiyê hewl dide pêdiviyên bijîşkî ji nexweşxaneyên giştî re peyda bike û asta wan bi pêş bixe.

Di çarçoveya plansaziya xebatê ya îsal de Nexweşxaneya Kîsra ya Dêrazorê ragihand ku wê stasyoneke oksîjenê ji nexweşxaneyê re peyda kir. Ev stasyon wê xizmetî tevahî beşên li nexweşxaneyê bike.

Li gorî gerînendeyê Rêveberiya Nexweşxaneya Giştî ya Kîsra Casim El Mûsa, wê stasyon ji nexweşxaneyê re bibe alîkar ku pêdiviyên beşên dayîngeh, emeliyetan bi awayekî mayînde peyda bike. Berê dabînkirina topên oksîjenê ji bo xizmetkirina şêniyan barekî mezin bû.

El Mûsa got: "Projeya stasyona oksîjenê li Nexweşxaneya Giştî ya Kîsra bi taybet ji bo zarokan e û ev hewldan ji bo dabînkirina jîngehek ewle û saxlem ji bo nexweşan têne kirin."

El Mûsa diyar kir ku stasyon 24 saetan oksîjenê ji nexweşxaneyê re dabîn dike, ku êdî pêdiviya çavdêriya zêde wekî berê tune ye, ji ber ku alavên nûjen mercên pêwîst peyda dikin.

Der barê pîvanên pêxistina stasyonê de El Mûsa diyar kir ku paqijiya oksîjenê di navbera 95 heya 98 ji sedî ye û têra 250 nuqteyên li beşên nexweşxaneyan ên cihêreng dike.

Li kêlek wê jî kompresorên yedek û depoyek bi 2 hezar metrekap hatin peydakirin, ku hilberîna rojane ya domdar misoger dike û pêdiviyên hemû beşan pêk tîne.

Nexweşxaneya Kîsra xizmetên bijîşkî û tenduristî ji bo zêdetirî 500 hezar welatiyan pêşkêş dike û tê de alavên nûjen hene, tîm û bijîşkên pispor dixebitin.

Nexweşxaneya Kîsra demeke berê ragihandibû ku ji bo berfirehkirina Nexweşxaneya Kîsra, anîna alavên nûjen û berfirehkirina beşên wê, planeke giştî daniye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li kantona Dêrazorê 8 nexweşxaneyên giştî û 34 navendên tenduristiyê hene û xizmetên bijîşkî bê pere pêşkêşî welatiyan dikin.

(mh/fr)

ANHA