Li Kobanê şehîd Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyin Inan hatin bibîranîn

Yekitiya Xwandekarên Welatparêz a Sûriyeyê û Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyin Inan bi bîr anîn.

Li Kobanê şehîd Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyin Inan hatin bibîranîn
Li Kobanê şehîd Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyin Inan hatin bibîranîn
Li Kobanê şehîd Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyin Inan hatin bibîranîn
Li Kobanê şehîd Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyin Inan hatin bibîranîn
Li Kobanê şehîd Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyin Inan hatin bibîranîn
Li Kobanê şehîd Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyin Inan hatin bibîranîn
6 gulan, 2025   19:01
KOBANÊ

Yekitiya Xwandekarên Welatparêz a Sûriyeyê û Tevgera Ciwanên Şoreşger şehîd Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyin Inan bi daxuyanî û çalakiyekê bi bîr anîn.

Li Zanîgeha Kobanê daxuyanî bi deqeke rêzgirtin dest pê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyanî li pêşiya Zanîngeha Kobanê ji aliyê endama Yekitiya Xwandekarên Welatparêz a Sûriyeyê Rola Salih ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Di sala 1972`an 6 Gulanê Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyin Inan hatin dervekirin. Di keseyeta Şehîdên şoreşê de hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin. Ev keseyet ji bo mirovahiyê li hemberî desthildariyê helwesta xwe raber kirin, ji ber vê yekê ji aliyê dewleta Tirk ve bi dervekirine re rû bi rû man. Têkoşîna Deniz Gezmiş avêtina tovê sosyalizmê bû. Rêber Apo bal kişand ser vê çandê, têkoşîna gelê Kurd, mîrata wan a sosyalîzmê û israra wan a li ser mirovahiyê.

Ev têkoşîn îro li hemû cîhanê belav bûye. Rêber Apo xwe weke xwedîderketina vê mîrasê pênase dike û dibêje sosyalîzm civak bi xwe ye. Ji ber vê yekê îro banga "Aşitî û Civaka Demokratîk" ji hêla hemû civakan ve hat pejrandin û pêşwazîkirin. Rêbertî dixwaze têkoşîna 50 salî bi hemû civakê bi jiyana sosyalîst ava bike. Em jî  wek xwandekarên Kobanê bi vê çalakiyê dixwazin xwedî li vê mîrasê derkevin."

Her wiha Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê çalakiyeke bîranînê li dar xistin. Di çalakiyê de sînevîzyonek li ser berxwedaniya li hemberî desthilatdariyê û têkoşîna Rêber Apo hat pêşandan.

(mm/fr)

ANHA