Li naverasta Efrînê motorsiklêtek teqiya

Li naverasta bajarê Efrînê yê dagirkirî motorsiklêteke bombebarkirî teqiya. Li gorî çavkaniyan di encama teqînê de zirarên madî çêbûne.

Li naverasta Efrînê motorsiklêtek teqiya
22 kanûn, 2023   22:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li nêzî Çerxerêya Newrozê li naverasta bajarê Efrînê yê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê ve hatiye dagirkirî, motorsiklêteke bombebarkirî teqiya.

Li gorî çavkaniyan, di encama teqînê de zirarên madî bi cihê lê teqiyaye de bûye, lê tu agahiyên li ser kuştiyan tune ne.

Li herêmên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine, ji ber qetilkirin, revandin, belavbûna hişbirê û pevçûnên di nava çeteyan de alozî û tevlihevî heye.

(fr)