ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-12-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-12-2023
23 kanûn, 2023   02:00

 Ji bo ku gelê Kurdistanê biparêze û xewna xwe ya azadiyê û jiyana birûmet‏ ‏pêk bîne tev li ‎HPG'ê bû. Wî jiyana di bin siya pergalên desthilatdar de nepejirand û li dawiyê gihîşt asta ‎şehadetê û mîraseke mezin ji têkoşînê ji bo birayên xwe yên ku rêya wî dişopînin, hişt.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Siyasetmedarên li kantona Minbicê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‎Hevpeymana ‎Civakî ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê pêngaveke girîng e û dendikê ‎avakirina ‎Sûriyeyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî ye û ji bû sûriyeyiyan îsbata ‎xwe gihandina ‎çareserkirina krîza Sûriyeyê bêyî destwerdana derve ye.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinan li kantona Cizîrê destnîşan kir ku şehîd Evîn Goyî her tim hewl da kujerên komkujiya ‎yekemîn a Parîsê aşkera bike. Jinan diyar kir ku hesabpirsîna ji kujerên her du komkujiyan, rê li ‎pêşiya komkujiyên din digire û soz da ku heta aşkerakirina kujeran, nirxên şehîdan biparêzin. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya kantona Firatê xebatên avakirina muzexaneya çandî bi ‎dawî kirin.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Karkeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi diruşma ′Karker pêngava çanda exlaqî ye′ civîna xwe ya sale li hola TEV-DEM′ê ya Hesekê li dar dixe, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya greva birçîbûnê ya li navçeya Holê ya ji bo azadiay fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedana girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk a dagirker bi dawî dibe, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jin a PYD′ê di çarçoveya piştgiriya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de li navenda PYD′ê ya li taxa Kebaba ya Hesekê paneleke diyalogê li dar dixe, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê ji bo şehîd, gerîla Elî Ehmed Xelîl merasîma xiyabî li dar dixe, saet 11:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Çand û Hunerê ji bo xelatkirina hunermendên kantona Minbicê şahiyekê li hola navenda çand û hunerê li dar dixe, saet 11:30. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi diruşma ′Komkujiya Parîsê dewama komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ye′xelkê kantona Firatê ji bo şermezarkirina komkujiya parîstê meşekê li dar dixe, meş ji Qada Şehîd Egîd a li Kobanê dest pê dike, saet 12:30′an, di heman demê de Nivîsgeha Jin a TEV-DEM′ê li navenda xwe ya li Qamişloyê daxuyaniyekê dide, saet 12:00′an, her wiha Kongra Star a navçeyên Dirbêsiyê û Til Temirê şehîdên komkujiyê bi du çalakiyên cuda bi bîr tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji bo bîranîna Evîn Goyî wê Nivîsgeha Jin a TEV-DEM`ê daxuyaniyekê li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo saet 12:00`an de bide.

(BI WÊNE Û DÎMEN)

Dibistana Şehîd Niwêla ya Hîlala Zêrîn di çarçoveya pêngava “ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” û di bin dirûşma `Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo` de li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner li bajarê Qamişlo konserta muzîkê û pêşengeha wêneyan orgenîze dike, saet 15:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mîhrîcana 9′an a Rojava ya Çand û Hunerê li navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) di roja xwe ya 9`an de didome, saet 16:00`an

(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA