Li Misirê goreke serdema Romayê hat dîtin

Li parêzgeha Meniya ya Misirê goreke serdema Romayê hat dîtin.

Li Misirê goreke serdema Romayê hat dîtin
18 nîsan, 2026   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Turîzm û Şûnwaran a Misirê ragihand li herêma Bahnasa ya parêzgeha Menyayê goreke hat dîtin ku vedigire serdema Romayê. Wezaretê da zanîn ku gor ji hêla spanî ji Zanîngeha Barcelonayê û Enstîtuya Rojhilata Jêrîn a Kevnar ve hat dîtin.

Wezaretê îşaret pê kir ku di vekolandina gorê de hin mûmya hatine derxistin, hin ji wan bi kefenên xemilandî hatine pêçandin, tabûtên darîn, zimanên zêr û nehasî, delîlên bikaranîna pelên zêr di rê û resmên veşartinê de hatin dîtin.

Wezîrê turîzm û şûnwaran ê Misirê Şerîf Fethî piştrast kir ku ev dîtin dewlemendî û cihêrengiya şaristaniya Misirê nîşan dide û li rêzevedîtinên girîng ên li herêmê zêde dike.

Sekreterê giştî yê Komîsyona Bilind a Şûnwaran a Misirê Hîşam El Leysî jî anî ziman ku ev dîtin têgihiştinên nû li ser rê û resmên cenazeyan ên di serdema Yewnanî û Romayê de peyda dikin.  Her wiha destnîşan kir ku di hundirê mûmyayekê de papîrusek kêmdîtî hatiye dîtin ku tê de nivîsek ji pirtûka Îlyada ya Homeros heye.

Di kolandinan de odeyên kevirî jî hatin dîtin ku tê de bermahiyên mirovan ên şewitandin, hestiyên zarokan û heywanan, peykerên biçûk, peykerên xweda Harpocrates û peykerê Cupid hebûn.

(bb)