Berdevkê PJAK’ê: Civak û rêxistinên şoreşger dikarin hevsengiyê biguherînin

Berdevkê PJAK’ê Rêbwar Awdanan got ger her tişt di nava du vebijêrkên şer an jî lihevkirina di navbera hêzên cîhanê û rejîma Îranê de were sînordarkirin, şaş e û civak û rêxistinên şoreşger dikarin di kêliyekê de dakevin qadan û hevsengiyê biguherînin.

Berdevkê PJAK’ê: Civak û rêxistinên şoreşger dikarin hevsengiyê biguherînin
18 nîsan, 2026   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevk û endamê Meclisa Rêveber a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêbwar Awdanan der barê rewşa Îranê de li ser X’ê peyamek belav kir.

Rêbwar Awdanan di peyama xwe de bal kêşa ser geşedanên dawîn û diyar kir ku sînordarkirina her tiştî ya di navbera şer an lihevkirina hêzên cîhanî û rejîma Komara Îslamî ya Îranê de, nêrîneke şaş e.

Awdanan destnîşan kir ku aktorên siyasî û hêza sêyemîn hene, civak û rêxistinên şoreşger ên pêşeng dikarin bi nêrînên serbixwe û vîna xwe ya azad, di kêliyeke diyarker de dakevin qadan û hemû hevsengiyan biguherînin.