Yekitiya Parêzeran: Divê hesab ji rejîma Erdogan bê pirsîn

Yekitiya Parêzan a Kantona Cizîrê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di roja Roja Rêzgirtina ji bo Qurbaniyên Komkujiyan û Pêşîgirtina Sûcan a Navneteweyî (9 Kanûn) de komkujiyan dike. Parêzan xwest hesab ji rejîma Erdogan bê pirsîn.

Yekitiya Parêzeran: Divê hesab ji rejîma Erdogan bê pirsîn
9 kanûn, 2024   13:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Parêzeran a Kantona Cizîrê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, bi taybetî komkujiya li Eyn Îsayê, daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di demekê de ku gelê Sûriyeyê hilweşandina sembolên despotî û diktatoriyê pîroz dike û li hêviya siberojeke ronî ye ku birîna xwe bikewîne, artêşa Tirk a dagirker Minbic, Eyn Îsa û Til Temirê bombebebaran dike.

Duh jî li gundê Misterîha yê bajarê Eyn Îsayê komkujiyek kir. Artêşa Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên domdar ên li ser Minbicê jî hewl dide herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike.

Komkujiya li gundê Misterîha 9ˈê Kanûnê anku roja Roja Rêzgirtina ji bo Qurbaniyên Komkujiyan û Pêşîgirtina Sûcan a Navneteweyî (9 kanûn) hat kirin.

Binpêkirinên ku dewleta Tirk a dagirker, li gorî Peymana Cinêvê ya 4’an, Peymana Neteweyên Yekbûyî ya rêgirtina li ber komkujiyan, dîsa li gorî Peymana Romayê a Dadgeha Cezayan a Navneteweyî, sûcên qirkirina komî, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ne.

Em Yekitiya Parêzeran a Kantona Cizîrê van sûc û sûcdaran şermezar dikin. Em bangî Konseya Ewlehiyê dikin ku dê îro der barê Sûriyeyê de bicive, biryara ku Recep Tayyîp Erdogan û artêşa wî û wezîrên wê yên parastinê û yê karên derve sewqî Dadgeha Lahayê bikin. Di heman demê de em bang li sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî dikin ku komîteya lêkolînkirina rastiyan û komîteya lêpirsînê ya taybet bi Sûriyeyê bişînin herêmê bila li ser rastiyan rûdanan bisekinin.

Em bang li tevahî sûriyeyan dikin ku li hemberî pêkanînên domdar hewlesteke yekbûyî nîşan bidin û xaka Sûriyeyê ji dewleta Tirk a dagirker biparêzin. Her kes dizane ku gavên pêşîn ên tifaqa navxweyî rizgarkirina herêmên dagirkirî, vegerandina ewle ya koçberan li warên wan û pêkanîna edaletê ye.

(bb)