Li Minbicê semînerek li ser 8ˊê Adarê hat dayîn

Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Minbicê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de semînerek da. Di semînerê de roja 8'ê Adarê hat şîrovekirin û bal li ser têkoşîna jinan a ji bo parastina vê mîrasa dîrokî hat kişandin.

Li Minbicê semînerek li ser 8ˊê Adarê hat dayîn
Li Minbicê semînerek li ser 8ˊê Adarê hat dayîn
Li Minbicê semînerek li ser 8ˊê Adarê hat dayîn
Li Minbicê semînerek li ser 8ˊê Adarê hat dayîn
25 sibat, 2024   17:26

Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Minbicê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de ku duh bi dirûşma "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" dest pê kirin, semînerek da. Di semînerê de roja 8'ê Adarê û sedema hilbijartina wê wek Roja Jinan a Cîhanê hatin şîrovekirin. Semîner li pirtûkxaneya Mihemed Menla Xizêl a Minbicê bi beşdariya endamên desteyên aborî, çandinî û perwerdeyê hat organîzekirin.

Di semînerê de hevseroka Kombûna Perwerdeyê ya Desteya Perwerdeyê ya kantona Minbicê Nehle Ebas destnîşan kir ku di 1857'an de bi hezaran jin daketin qada New Yorkˊê û doza mafên xwe û pêkanîna wekheviyê bi zilaman re kir.

Nehle diyar kir ku sûcên qirkirina komî yên ku li dijî jin û zarokan tên pêkanîn tenê bi rêya şoreşên jinan tên têkbirin, bo nimûne jî şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Nehle wiha domand: "Jinên herêmê hêja ne ku şoreş bi wan werê binavkirin û tê de rêveberî û seroketiyê bikin."

Nehle destnîşan kir ku her tim jin piştgiriyê didin hev da ku serhildana jinan a li gorî fikrên Rêber Abdullah Ocalan bidome.

Her wiha, endama Komîteya Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyeyî ya kantona Minbicê Neqşiye Xelîl bal kişand ser pergala kapîtalîst û bikaranîna jinan ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe û got: "Bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan jinan rastiya xwe ya dîrokî nas kir û bi têkoşîna xwe sembolek ji bo jina azad afirand."

(mh)

ANHA