Ji mîtînga Stenbolê: Em ê deriyê Îmraliyê bişikînin!

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir di mîtînga 'azadî û demokrasiyê' ya li Esenyûrt a Stenbolê de axivî û got: "Em ê deriyê Îmraliyê bişikînin û çareseriyê pêk bînin. Em vê tecrîdê qebûl nakin."

Ji mîtînga Stenbolê: Em ê deriyê Îmraliyê bişikînin!
25 sibat, 2024   17:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Mîtînga 'azadî û demokrasiyê' ya li qada Esenyûrtê bi beşdariya bi hezaran kesî dewam dike.

Di mitîngê de coşeke mezin heye û gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” tê berzkirin.

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di mitîngê de axivî.

Bayindir ku di “Meşa Mezin a Azadiyê” ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk hatibû lidarxistin de cih girtibû, got ku wî silavên Kurdistanê ji wan re anîne.

Bayindir, wiha domand: “30 sal berê bi hezaran kes ji ber şewitandina gundan neçar man koçî metrepolên Tirkiyeyê bikin. Digotin qey dê kurdan û rêxistiniya wan jihev belav bikin û tune bikin. Yên wisa dibêjin bila li vê qadê binêrin, li vê rêxistiniyê binêrin, li vê qada azadiyê binêrin.”

Bayindir, anî ziman ku wan ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş li dar xistin û wiha pê de çû: “Li Kurdistanê em bajar bi bajar, navçe bi navçe, gund bi gund bi gelê xwe yê leheng û berxwedêr re hatin gel hev. Stenbol jî îro deng dide vê meşa azadiyê. Kurdistan û Tirkiye, gelê kurd ji bo Rêberê Gelê Kurd daxwaza azadiyê dike. Li Meclisê zimanê kurdî weke ‘zimanê nayê zanîn’ tê qebûlkirin. Em îro li qadên Stenbolê bi zimanê xwe diaxivin. Lê dibêjin ‘biaxivin lê li malê biaxivin.’ Em îro li vir bi zimanê xwe diaxivin. Em kurd in, em Kurdistanî ne.”

Bi domdarî Bayindir anî ziman ku kurd li her devera cîhanê ji bo azadiya xwe têdikoş e û axaftina xwe wiha qedand: “Îro roj roja azadî û serkeftinê ye. Îro roja rabûna ser pêyan ne. Roj roja me ye. Dewr dewra me ye. Ev 3 meh in li girtîgehan greva birçîbûnê heye. Ji bo azadiya me ye. Ew li zindanan em jî li derve li ber xwe didin. Em silavên xwe ji berxwedêrên zindanan re dişînin. Em li dijî zilmê li ber xwe didin. Ev sed sal in me serî netewand û em îro jî natewînin. Ev sekn teqez dê bi ser keve. Yên hesabên xelet dikin, yên dibêjin qey dê serî bi kurdan bidin tewandin bila li vê qadê binêrin.

Di çareserkirina pirsgirêka kurd de muxatab Abdullah Ocalan e. Ne gelek dûr e. Li Îmraliyê ye. Em ê van deriyên Îmraliyê bişikînin û çareseriyê pêk bînin. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Heke hûn şer û dijminatiyê nexwazin, wê demê vê tecrîdê rakin. Muxatabê gelê kurd diyar e. Ew jî birêz Ocalan e. Em li vir ji Îmraliyê re silavan dişînin. Dê têkoşîna me ya li Kurdistanê bi ser keve. Hesabên xelet nekin. Gelê kurd mafên xwe dixwaze. Kurd dixwazin bi muxataban re pirsgirêkê çareser bikin.”

Piştî axaftina Bayindir girseyê bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.