Li Til Temirê ji bo bîranîna 23 şehîdên Sibatê şitil hatin çandin

Şaredariya Gel a Til Temirê ji bo bîranîna şehîdên 23ˊyê Sibatê hemleya çandina hezar û 25 şitlan da destpêkirin. Ew şehîd di dema êrişên çeteyên DAIŞˊê yên 2015ˊan de li dijî Til Temirê de şehîd bûn.

Li Til Temirê ji bo bîranîna 23 şehîdên Sibatê şitil hatin çandin
Li Til Temirê ji bo bîranîna 23 şehîdên Sibatê şitil hatin çandin
Li Til Temirê ji bo bîranîna 23 şehîdên Sibatê şitil hatin çandin
Li Til Temirê ji bo bîranîna 23 şehîdên Sibatê şitil hatin çandin
Li Til Temirê ji bo bîranîna 23 şehîdên Sibatê şitil hatin çandin
Li Til Temirê ji bo bîranîna 23 şehîdên Sibatê şitil hatin çandin
Li Til Temirê ji bo bîranîna 23 şehîdên Sibatê şitil hatin çandin
25 sibat, 2024   18:14
HESEKÊ

Hemwextî salvegera 9ˊan a êrişa çeteyên DAIŞˊê li dijî Til Temirê ya kantona Cizîrê ku di 23ˊyê Sibatê de pêk hatiye û ji bo bîranîna karwana şehîdên bersiva êrişên çeteyan daye, Şaredariya Gel a Til Temirê hemleya çandina şitlan li bajêr da destpêkirin. 

Bi beşdariya endamên saziyên civaka sivîl, şêxên eşîran, nûnerên partiyên siyasî, endamên şaredariyê, malbatên şehîdan û xelkê navçeyê hemle hat destpêkirin.

Çandina şitlan li têketina navçeyê aliyê başûrê; li ser rêya navbera Til Temir û Hesekê dest pê kir. Çaverê ye heta çandina hezar û 25 şitlan çandin dewam bike; ji wan 900 şitilên xurmê û 125 ên sinoberê ne.

Endamê Desteya Rêverber a Partiya Asûrî ya Demokratîk Wail Mîrza got: "23ˊyê Sibatê li ser gundên Xabûrê salvegera reş e. Bersiva me ji bo xwediyên alên reş ew e ku em kesakahiyê li bajarê xwe vegerînin."

Mîrza spasiya kedên Kurd, Ereb, Asûr û Suryanên Til Temirê kir.

(fr)