'Bi zarokên pêşerojê re wê huner pêşbikeve'

Hîlala Zêrîn ya Kantona Efrîn û Şehbayê di betlaneyên dibistanan de perwerdeyên hunerî ji bo zarokan vekirin.

7 tîrmeh 2024   03:45
ŞEHBA

Endamên Komîteya Perwerdeyê a Hîlala Zêrîn a Kantona Efrîn û Şehbayê têkildarî perwerdeyên xwe yên havînê ji ajansa me re axivîn.

Endama komîteyê Esme Hido diyar kir ku di betlaneyê de perwerdeyên hunerî ji bo zarokan hatine vekirin û hefteyê du caran perwerde tê dayîn.

Esme Hido li ser naveroka perwerdeyê got: “Beşên tembûr, şano, govend û stranan hene û li gorî xwesteka zarokan e. Di koma stranan de 20 zarok hene, her wiha komeke stranan li bajarokê Ehdasê jî hatiye vekirin, li wir jî 20 zarok in."

Mamosteya govendê Zêneb Îbo jî got da ku zarok dema xwe vala derbas nekin, di betlaneyê de xwestin perwerdeyê ji bo zarokan vekin.

Zêneb Îbo destnîşan kir ku zarok bi rêya hunerê wê kevneşopên xwe nas dikin. Zênebê anî ziman ku zarok bi kêfxweşiyeke mezin dikevin perwerdeyê û wiha got: “Zarok dixwazin fêrî huner û çanda xwe bibin. Lê li Şehbayê malbat zehmetiyên madî dikişînin, ji ber vê jî berê gelek zarokan didin kar. Em hewl didin vê yekê jî çeraser bikin.”

Zênebê di dawiyê de got: “Em dixwazin zarok kevneşopên xwe û çanda bav û kalan nas bikin, ji bo ku di dema pêş de zarok bikarin cihê xwe di hundir hemû projeyan de bigirin."

Zaroka bi navê Newroz Elîko jî diyar kir ku di betlaneyê de xwest bikeve perwerdeya Hîlala Zêrîn û di beşa govendê de xwe bi pêş bixe.

Her wiha zaroka bi navê Rojîn Memo jî got hezkirina wê ji govendê re heye, ji ber vê jî cihê xwe di koma govendê de girtiye.