Li Minbicê partiyan sûcên dewleta Tirk şermezar kirin

Partiyên siyasî li kantona Minbicê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermzar kirin. Partiyan diyar kir ku ev êriş, sûcên li dijî mirovahiyê ne.

Li Minbicê partiyan sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
27 kanûn, 2023   14:23
MINBIC

Gelek partiyên siyasî li kantona Minbicê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyek li dar xist. 

Di çalakiyê de bi navê Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Hevalbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê, Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê, Partiya Yekitiya Demokratîk daxuyaniyek hat dayîn. Endamê nivîsgeha siyasî ya partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê şaxê Minbicê Qusey El Xelîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Partiyên li kantona Minbicê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û bang li hêzên siyasî yên li Sûriyeyê dikin ku li hember wan êrişan bibin yek."

Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk ji destpêka aloziyê ve şer û alozî afirandin û temenê wan dirêj kir û gelek herêmên Sûriyeyê dagir kirin.

Her wiha di daxuyaniyê de bang li aliyên navneteweyî, rêxistinên hiqûqî hat kirin ku rê li pêş sûcên domdar ên dewleta Tirk bigirin û bang li sûriyeyiyan û hêzên xwecih hat kirin ku li hember van êrişan bibin yek, dagirkeriyê red bikin û herêmên dagirkirî rizgar bikin.

(şx)

ANHA