Di êrişan de 3 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûne

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de 3 endamên wan birîndar bûne.

Di êrişan de 3 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûne
27 kanûn, 2023   14:18
NAVENDA NÛÇEAYN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê daxuyaniyek da çapemeniyê.  Daxuyanî li avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Reqayê hat dayîn û ji  aliyê  yek ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El Hisên ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

’’Di 23’yê Kanûnê de artêşa Tirk a dagirker bi rêya balafirên bêmirov dest bi êrişên li ser hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir; binesazî, navendên xizmetguzariyê, nexweşxane, navendên tenduristiyê û kargeh kirin hedef. Di encama van êrişan de hejmarek sivîl şehîd û birîndar bûn.

Li gorî yasa û nirxên navneteweyî ev êriş sûcên şer in.

Di van êrişan de 26’ê Kanûnê roja Sêşemê bendên me yên ewlekiyê jî hatine hedefkirin.

Bendên hatine bombebarankirin ev in:

4 rêbendên me li dergehên rêyên sereke yên bajarê Qamişlo.

6 rêbendên li dergeha rêyên bajarê Kobanê û gundewarê wê.

Rêbendeke me li ser rêya sereke ya bajarê Amûdê.

 Di encama van êrîşan de 3 endamên me birîndar bûn û ziyaneke madî ya mezin li rêbendan çêkir.

Hêzên me wekî berpirsyarên ewlehî û aramiya herêmê li hember her cure pêkanînê sûc û hewldanên çeteyan tedbîran digire û pergalekê ava dike. Hedefa van êrişan hilweşandina vê aramî û pergalê ye. Rêbendên ku bûne hedefa êrişan tenê dijî şaneyên razayî yên çeteyan erkdar in.

Em ê gel û herêmên xwe biparêzin. Em ê bi ser bikevin. Ev êrişên hovane vîn û îradeya me naşkînin, berevajî wê em ê ji her wextê zêdetir erka xwe pêk bînin. "

(bb)