Çalakiyên mertalên zindî berdewam in

Di çalakiyên mertalên zindî de ku ji bo parastina navendên stratejîk û xizmetguzariyê yên kantona Cizîrê dest pê kirin, beşdariya gel zêde bû. Beşdaran got li hember êrişan dê li ber xwe bidin.

Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
Çalakiyên mertalên zindî berdewam in
27 kanûn, 2023   15:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên kantona Cizîrê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navendên stratejîk û xizmetguzariyê li ber xwe didin. Li pêş wan navendan li gelek gund, navçe û bajarên kantonê bûne mertal ji bo ku stasyonên petrol û gazê ji êrişan biparêzin. 

DÊRIK

Li Dêrikê çalakiya li gundê Siweydiyê yê başûrê Dêrikê bi dirûşma "Wêrankirina binesaziya Rojava ji aliyê dewletaTirk ve sûcekî li dijî mirovahiyê ye" gel di nav çalakiyê de ne.

Şêniyên Dêrikê, herêma Koçerat, endamên saziyên sivîl û meclisên Dêrikê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de endama meclisa bajarê Dêrikê Wefiye Musa axivî û got: “Em ji vir dernakevin, ji ber ku bi xwîna zarokên me hatiye avdan."

Endamê PYD`yê şaxê Dêrikê Mihemed Seîd jî got ji bo têkbirina armancên dagirkeran berxwedan û hevgirtin pêwîst e.

Her wiha endama Kongra Star a Dêrikê Şedye Yusif axivî û banga mezinkirina têkoşînê ji bo bidawîkirina êrişan kir.

Endama Meclisa Koçerat Wesîle Umer jî êrişên li dijî herêmê şermezar kirin.

TIL KOÇER

Li Til Koçerê şêniyê navçeyê, ji bo piştgiriya çalakiyên li navçeyên din li dar ketine, li gundê Elî Axa yê navçeyê çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de bi navê Meclisa Navçeya Til Koçerê daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de bang li gelên cîhanê hat kirin ku piştgiriya projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser bikin.

GIRKÊ LEGÊ

Çalakiya xelkê navçeya Girkê Legê li herêma Girzîro yê Dêrikê didome. Endamên saziyên sivîl û xizmetguzariyê û meclisa navçeyê tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de hevserokê Meclisa Navçeya Girkê Legê Zulef Bedro axivî, hevgirtin û têkoşîna gelên herêmê li hember êrişan silav kir û got: "Em xwediyên vê axê ne û amade ne di oxira wê de fedakariyan bikin."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Mihemed Cemîl bal kişand ser siyasetên şerê taybet ku dewleta Tirk li kêleka êrişan dimeşîne û got: "Ji bo tirsandina şêniyan, êrişî navendên stratejîk dike. Divê em baldar bin. Her çiqas êriş û siyasetên şerê taybet girantir bin, berxwedana me berdewam e."

Endamê Saziya Olî ya Girkê Legê Mehdî Mistefa jî banga mezinkirina têkoşîn û berxwedanê kir.

TIRBESPIYÊ

Çalakiya ku Meclisa Navçeya Tirbespiyê li pêşiya Stasyona Ewdê ya petrolê li dar xistiye, bi tevlêbûna şêniyan û pêkhateyên navçeyê berdewam e.

Di çalakiyê de bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê endamê rêveber Hecî Ebdî Xelef axivî û diyar kir ku dewleta Tirk têkbirina projeya neteweya demokratîk, tirsandina şêniyan û koçberkirina wan armanc dike.

Endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê jî Etiye Hesen got: "Dewleta Tirk dixwaze destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin û vîna me ya xurt têk bibe, nemaze ku şerê wî yê taybet li dijî me bi bin ket."

Hevseroka Meclisa Bajarokê Til Merûf ê navçeya Tirbespiyê Xaliye Ehmed jî destnîşan kir ku gelê herêmê bi israr e ku bigihêje azadiyê û banga mezinkirina têkoşînê kir.

(şx)

ANHA