Li Minbicê jî êrişa hewayî

Gundê Mehsenlî û nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li kantona Minbicê ji aliyê artêşa Tirk ve hatin bombebarankirin.

Li Minbicê jî êrişa hewayî
7 adar, 2024   12:25
MINBIC

Balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker komîngeha gundê Mehsenlî ya bakurê bajarê Minbicê bombebaran kir. 

Artêşa dagirker nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li derdora gundê navborî jî du caran bombebaran kirin.

Der barê enamên bombebaranê de agahî nehatin bidestxistin.

Çend kêliyên berê dewleta Tirk gundê Til Enab ê kantona Efrîn û Şehbayê bombebaran kiribû.

(bb)

ANHA