Balafirên şer gundên Balekayetiyê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker çend gundên devera Balekayetiyê bombebaran kirin.

Balafirên şer gundên Balekayetiyê bombebaran kirin
6 ÇILE, 2024   19:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Kêmek beriya niha balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker çend gundên devera Balekayetiyê bombebaran kirin. Cihên ku hatine bombebarankirin, deverên nîştecihbûnê ne.

Der barê zirar û ziyanên canî û madî yên bombebaranê de heta niha tu agahiyên zelal bidest neketine.

Li gorî agahiyên nûçegihanê ajansa Rojnews′ê yê devera Balekayetiyê ragihandî, balafirên şer ên dewleta Tirk a faşîst gundên Çinêran û Kiran yên li devera Wertê û gundê Wesan ê Balekayetiyê yê girêdayî navçeya Çoman bi dijwarî bombebaran kirin. Deverên ku hatine bombebarankirin cihên avdanî ne û gundî lê dijîn.