Li Minbicê avakirina bajarê pîşesazî

Şaredariya Gel a Minbicê gavên pêşîn ên projeya avakirina mezintirîn bajarê pîşesazî li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî kir.

Li Minbicê avakirina bajarê pîşesazî
Li Minbicê avakirina bajarê pîşesazî
Li Minbicê avakirina bajarê pîşesazî
Li Minbicê avakirina bajarê pîşesazî
Li Minbicê avakirina bajarê pîşesazî
Li Minbicê avakirina bajarê pîşesazî
Li Minbicê avakirina bajarê pîşesazî
4 gulan 2024   08:16
MINBIC

Di çarçoveya xwedîderketina li bangên komînan ên bicihkirina dikanên pîşesaziyê li derveyî navenda bajêr de, şaredariyê ev proje li dar xist.

Şaredariya Gel dê proje li gorî 4 beşan debaşbike. Rûbera projeyê 430 donim e li nêzî gundê Ezir ê rojhilatê Minbicê ye. Tê de jî li gorî plansaziyê 610 dikan ê bên bicihkirin.

Hevserokê Şaredariya Gel a Minbicê Xalid Îbrahîm diyar kir ku qonaxa pêşîn a projeyê di 2023'yan de dest pê kir ne. jî avakirina kanalîzasyonan ji meseba sereke ber bi çemê Menkûbe bi dirêjiya hezar û 400 metreyan e.

Li gorî plansaziyê di 2024'an de beşa yekemîn a bajarê pîşesazî bi dawî dibe û tê de rê û kanalîzasyon yên temamkirin. Her wiha bi hevkariya şîrketa kehrebeyê û Gerînendetiya Avê dê ji bo bajêr jî binesazî di aliyê kehrebe û avê de bê avakirin.

Îbrahîm got: "Rûbera beşa yekemîn 100 donim e û tê de dikanên çêkirina text, hesin, madeyên kîmyewî, madeyên paqijker, embargehên avahîsaziyê û dikanên mîkanîka erebeyan bên bicihkirin."

Dikan di bajêr de dê li gorî plansaziya şaredariyê bên bicihkirin û bi kirê ji bo xwediyên wan bên dayîn. Ev jî bi hevkariya Odeya Bazirganiyê û Gerînendetiya Bazirganiyê ye. Her wiha di bajêr de dê navendên îdarî, tenduristî, park, navenda agirkuj û mizgeft hebin.

Îbrahîm diyar kir ku navendeke parkê ya erebeyên barhilgir bi rûbera 50 donim heye da ku erebeyên barhilgir derbasî bajêr nebin û li wir bimînin. Her wiha li kêleka bajêr nivîsgehên erebeyan bi rûbera 20 doniman hebe û tê de nêzî 80 nivîsgeh û pêşangehên erebeyan bi rûbera 168 metreyên çargoşe û rûbera her nivîsgehekê 25 metreyên çargoşe be."

Der barê lêçûnê de Îbrahîm gor: "Budceya projeyê di 2023'yan de 106 hezar dolar e û ya 2024'an 450 hezar dolar e. Di 2025'an de jî beşa yekemîn ê bê temamkirin û ya duyemîn jî dest pê dike û tê pêşbînkirin ku budce 650 hezar dolar e."

Îbrahîm diyar kir ku lêçûna projeyê di 3 salan de mîlyonek û 200 hezar dolar e û got: "Rûbera bajarê pîşesazî mezin e û pêwîstiya wê bi demê heye ji ber ku ew ê herî mezin e li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

(mh)