Mala xwe bi kulîlk û daran kiriye bihûşt

Apê Xelîl mala xwe bi dar û kulîlkan xemilandiye, ji ketina malê heta bane wê tije kulîlkên rengîn e. Mala xwe kiriye bihuşt û ji ber wê mala wî di nava taxê de taybet e.

4 gulan, 2024   05:05
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Apê Xelîl mala xwe kiriye bihûşt. Ruxmî ku biçûk e lê belê gelek cureyên daran û kulîlkên rengî lê çandiniye. Ji têketina malê heta balkon û banê wê bi kulîlkan xemilandiye. Di turikên semad, teneke û satilan de tiştên tên çandin çandiniye. Ji ber wê mala wî di nava taxê de balkêş e. 

Apê Xelîl Xelîl (70) ji gundê Bîlê yê navçeya Bilbilê ya bajarê Efrîn ê dagirkirî ye. Zarokatiya xwe li gund borandiye. Ji çandiniyê gelek hez dike ji ber ku tevî malbata xwe diçû çinîna zeytûnan.

Di 12 saliya xwe de apê Xelîl bar dike Helebê û kar dike ji bo ku alîkariya bavê xwe bike. Heta çend salan di avakirinê de kar dike û di vê pîşeyê de bû pisor. Dûre dest bi avakirina mala xwe dike.

Apê Xelîl bavê 13 zarokan e (8 kur û 5 keç). Li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê malek bi du qatan ava kir. Di heman astê de ji çandiniyê û zarokên xwe hez dike. Apê Xelîl têkildarî wê got: "Tu ferq di navbera zarokên min û kulîkên min de tune ye. Ez ji her duyan bi heman rêbazê hez dikin û haj wan heme."

Dema êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye zêde bûn jî, lê belê apê Xelîl ji mala xwe derneket.

Her wiha gelek şitil ji goristana şehîdên berxwedana serdemê re pêşkêş kiriye ku nêzî mala wî ye.

Apê Xelîl tevî ku mezin e lê dîsa jî haj dar û barên xwe heye û got: "Ez piraniya dema xwe di nav kulîlkên û daran de xerc dikim. Em bêhna xwe bi wan vedidim û xema xwe direvînim. Carekê av didim û carekê wisa lê dinêrim. Ez di nav de dinya tevda ji bîr dikim."

Ji bo apê Xelîl çandinî behre ye û wiha domand: "Min bacanasor, xiyar, pîvaz, lîmon, tûerd, pirtaqal diçînim. Ji wan pêdiviyên malbatê peyda dikim. Ê zêde jî didim cîranan."

Apê Xelîl tovên kulîlkan, şitilên daran ji ximzên xwe yên li Til Eranê, ji sûkê, parkên giştî û çolê anîne.

Apê Xelîl her cureyek li gorî pêwistiya wê bi avê, av dide, rêwikên bi zirar ji nav radike û av lê direşîne ji bo ku ji kurmikan biparêze.

Apê Xelîl bakişand ku kurd gelek ji çandiniyê hez dikin ji ber wê bi axa welatê xwe ve girêdayî ne û bang kir ku her çiqas ji axa xwe dûr bin, lê belê vê çandê biparêzin ji bo ku hebûna xwe biparêzin.

(şx)

ANHA