Li Minbic û Holê bertekên li dijî dagirkeriyê

Şêniyên ji bajarên Holê û kantona Minbicê nerazîbûn nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk da û got dê li gel hêzên xwe yên leşkerî projeya neteweya demokratîk biparêzin û li hemberî planên dijber bisekinin.

Li Minbic û Holê bertekên li dijî dagirkeriyê
7 kanûn, 2024   06:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên bajarên Hol û Minbicê bertek nîşanî êriş û planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê dan.

Casim El Mihemed ê ji bajarokê Holê yê kantona Cizîrê destnîşan kir ku êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca dagirkirina axa Sûriyeyê û çewisandina gelan pêk tên.

Her wiha diyar kir ku planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî yekitiya gelên herêmê ne û da znîn ku jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên Kurd, Ereb, Asûrî û Suryaniyan de wê hewldanên dagirkeriyê têk bibe û got: "Yekitiya pêkhateyan mertaleke bi hêz e ji bo parastina projeya netewa demokratîk.”

Cemîla El Ehmed tekez kir ku dewleta Tirk a dagirker ku axa Sûriyeyê dagir dike, di heman demê de hewl dide binesaziyê û aboriya herêmê têk bibe û welatiyan neçar bike ku koçber bibin.

Cemîla El Ehmed her wiha destnîşan kir ku gelên herêmê yekgirtî ne û rê nadin ku ev êriş vîna wan bişkîne.

Xedîce El Daham jî destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk dixwaze gelên herêmê parçe bike û got ku bi berxwedana hevpar a gelên herêmê wê ev êriş têk biçin û got: "Berxwedana gelên herêmê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hemû planên wê yên têkbirina jiyana hevbeş a gelên herêmê pûç kir.”

Şêxo Mihemed ê ji pêkhateya Kurd jî da zanîn ku gelê Minbicê ji hemû pêkhateyan yek rêz in û li dijî dagirkeriyê têdikoşin.

Mihemed wiha dewam kir: "Minbic ne tenê bajarek e, lê belê sembola berxwedanê ye, peywendiyên me yên dîrokî hene, lewma em hemû bi hev re parastina axa xwe dikin."

Sîham Himêdî ya ji pêkhateya Ereb destnîşan kir ku gelê Minbicê ji hemû pêkhateyan li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide û diyar kir ku vîna hevpar dihêle ku bi wêrekî li hember dagirkeriyê tê bikoşin.

Cuma Heyder ji pêkhateya Tirkmen tekez li ser pêwîstiya parastina axa Sûriyeê kir û got: “Rewş çi qas dijwar be jî, parastina axê û jiyana hevbeş erka her kesî ye.”

Samir Hebaq yê ji pêkhateya Çerkes jî got hemû pêkhateyên Minbicê bi hêzên xwe yên leşkerî re ne, her wiha diyar kir ku hevgirtina pêkhateyan bûye mînak li herêmê û got şêniyên Mibicê ji cîhanê re nîşan da ku li dijî dagirkeriyê yekgirtî ne.

(k)

ANHA