Êş û azarên gelê Efrînê; koçberiya bi darê zorê

Gelê Efrînê ev cara duyemîn e êşa koçberkirina bi darê zorê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve dikişîne. Lê hêviya vegerê koçberan bi siberoja wan û axa wan ve girê dide.

Êş û azarên gelê Efrînê; koçberiya bi darê zorê
7 kanûn, 2024   05:10
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Şêniyên Efrînê piştî ku bajarê xwe di sala 2018’an de ji ber êrişên dagirkeriya Tirk vala kir, bi koçberiyeke nû re rû bi rû ne.

Arif Misto şêniyekî êzîdî ye, temenê wî 60 sal derbas kiriye, li korîdora dibistaneke bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê rûniştiye ku ew dibistan bûye penageha koçberên kantona Efrîn û Şehbayê.

Misto bi traktora xwe ya ku hîn tabloya trafîkê ya bajarê Efrînê li ser e, ji kantona Efrîn û Şehbayê, bi komeke cîranên xwe re ber bi kantona Cizîrê ve bi rê ket.

Misto behsa sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê kir û wiha got: “Em dîsa ji ber heman komên ku em ji Efrînê koçber kirin, cara duyem koçber bûn. Me li Şehbayê tevî dorpêça dijwar û kêmbûna derfetan, ji xwe re jiyanek ava kiribû, em qet nefikirîn ku em dîsa koçber bibin. Me li wir li ber xwe da ku em vegerin malên xwe, lê êrişên vê dawiyê em neçar kirin ku em careke din koçber bibin.”

KOMKUJIYA ŞENGALÊ DUBARE DIBE

Misto behsa bûyerên hatine serê malbata wî ya ji 10 kesan pêk tê kir û got: “Rê pir xeternak bû, ji her tiştî zêdetir em li ser zarokên xwe ditirsiyan. Em êzidî her tim dibin hedef û dîroka me jî tijî komkujî ye.”

‘ÊŞA ÊZIDIYAN DU QAT E’

Dayika 4 zarokan Berîvan Îbo jî heman êş kişandiye. Wê jî behsa êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker kir ku ew neçar kirin malên xwe yên li Şehbayê berdin û got: “Em difikirîn ku piştî em ji Efrînê hatin koçberkirin, me êşa xirab derbas kir, lê me dît ku êşa me dê du qat dibe.”

Bêrîvanê wiha domand: “Koçberî ji bo me ne derketina ji malê ye, lê windakirina her tiştê me ye ku nasnameya me diyar dike. Êşa êzidiyan du qatî koçberên din e. Pir komkujî li dijî me pêk hatine, wekî li Şengalê û herêmên din ên ku êzidî lê hene.”

Bêrîvan rêwîtiya duyemîn a koçberiya bi darê zorê wiha pênase kir: "Mîna dojehê bû, tirs, gulebaran û zarokên me her kêlî diqîrîn.”

HÊVÎ Û BERXWEDAN

Tevî êş û azaran jî koçber hêviya xwe ya vegerê winda nakin. Arif Misto bi kurtasî hestên xwe wiha anî ziman: “Em dixwazin li ser axa xwe di nava aştiyê de bijîn. Em tenê dixwazin ev zilma li ser me rabe. Em amade ne jiyana xwe ji nû de dest pê bikin. Divê ev sûcên li dijî me rawestin.”

Bêrîvanê jî der barê mijarê de got: “Zarokên me jiyaneke baştir heq dikin, divê mafê me yê vegera li malên me nê mîsogerkirin.

Çîrokên Arif û Bêrîvanê, bi hezaran çîrokên êş û azarê yên welatiyên du caran rastî koçberkirina bi darê zorê hatine, nîşan didin. Destpêkê ji Efrînê koçber bûn di dema êrişên dagirkeriyê yên sala 2018’an de, piştre ji Şehbayê ji ber êrişên berdewam ên çeteyên dewleta Tirk a dagirker.

RÊVEBERIYA XWESER XWEDÎ LI KOÇBERAN DERKET

Beramberî tişta ku bi serê koçberên Efrîn û Şehbayê de hatiye, bi taybet piştî bêdengiya civata navdewletî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk yekane piştgirê koçberan bû. Malbatên koçber li kantonên Tebqa, Reqa, Cizîrê û Firatê bi cih kirin.

Li gorî amarên pêşîn, li van deveran heta niha zêdetirî 100 hezar koçber bi cih kirine û rêveberî alîkariya mirovî ji koçberan re peyda dike.

BANGA LIV Û TEVGERÊ

Ji ber rewşa dijwar a koçberan, bangên ji civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan zêde dibin ku bi lezgînî tawanên dagirkeriya Tirk rawestînin û wan ji herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî derxin, her wiha alîkariyên bilez pêşkêşî koçberan bikin û mafên vegera koçberên bi darê zorê ji cih û warên xwe hatine kirin, mîsoger bikin.

(k)

ANHA