Li Meksîkayê karesat: 70 mirî

Li Meksîkayê ji ber barana ku hefteyeke zêde dibare, lehî rabû. Herî kêm 70 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Meksîkayê karesat: 70 mirî
17 cotmeh, 2025   15:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber karesata lehiyê ya li Meksîkayê ji artêşê û hêzên deryayî nêzî 13 hezar leşker ji bo pirên hewayî û deryayî ava kirin ku alîkariyê bigihînin mexdûran. Rayedaran diyar kir ku herî kêm 70 kesan jiyana xwe ji dest da.

Yek ji herêmên ku karesatê bandora herî giran lê kir herêmên çiyayî yên eyaleta Hidalgo ye. Leşker hewl didin bi rêya helîkopteran malzemeyên pêwîstiya bingehîn û xurekê bigihînin herêmê.

Ji eyaleta Xochicoatlanê jî alîkariya xurekî û malzemeyên paqijiyê hatin şandin. Gelê xwecih diyar kir ku li marketan tiştek nemaye û alîkarî gelekî girîng e.

Hêzên hewayî li gel gihandina erzaqan her wiha birîndaran jî dibin nexweşxaneyan. Rayedaran diyar kir ku tenê bi rêya hewayî dikarin xwe bigihînin herêmên îzolebûyî.

Ji ber lehiyê rêyên gelek herêmên navîn û rojhilat ên welêt hilweşiyan, lewma têkiliya bi 160 jîngehan qut bû. Li Hidalgoyê ku herî zêde xisar lê bû, rêya 84 şaredariyan hate girtin.

Li gorî meteorolojiyê depresyona tropîkal a ji Kendava Meksîkayê û serma ji bakur gihaştin hev û bi vî rengî bûn sedema rûdana felaketê.