Rêveberiya Trafîkê der barê qezayan de daxuyanî da

Rêveberiya Trafîkê diyar kir ku sedema zêdebûna qezayan leza zêde û bicihneanîna rêzikên trafîkê ne. Rêveberiyê da zanîn ku dê li hemberî kesên ku rêzikan pêk naynin tedbîrên qanûnî bigirin.

Rêveberiya Trafîkê der barê qezayan de daxuyanî da
17 cotmeh, 2025   15:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî qezayên trafîkê ku di demên dawîn de zêde bûne, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku sedema sereke ya qezayan leza zêde û pêkneanîna rêzikên trafîkê ne.

Daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Trafîkê bi vî rengî ye:

"Rêveberiya Trafîkê bi fikareke mezin qezayên trafîkê yên ku vê dawiyê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne, dişopîne. Di encama wan qezayan de gelek kes mirin û birîndar bûn. Ev jî bandoreke neyînî li ewlehî û aştiya civakê dike. Di heman demê de li ser me ferz dike wek sazî bi cidiyet nêzî sedemên qezayan bibin û berpirsyariyên parastina giyanan bi cih bînin.

Sedemên sereke yên van qezayan di serî de leza zêde, nepejirandina rêzik trafîkê, derbasbûna çewt û bikaranîna neewle ya wesayîtan in. Hin rewşên xemsariyê û nebûna lênêrîna bi rêk û pêk a wesayîtan jî bûne sedema zêdebûna qezayan."

Rêveberiya Trafîkê di dewama daxuyaniyê de îşaret bi van xalan kir:

- Li dijî kesên ku qanûnên traîfkê bi cih neynin dê cezayên tund hebin û dê hesab ji kesên ku jiyana yên din dixin xetereyê, bê pirsîn.

- Divê ajokar li gorî leza ku hatiye diyarkirin û nîşaneyên trafîkê tev bigerin.

-  Bi armanca belavkirina çanda silametiya trafîkê em banga lidarxistina pêngavên hişyarkirinê li gel saziyên ragihandinê û yên civakî dikin.

- Bi armanca ku di qezayan de bersiva lezgîn were dayîn, koordîne bi aliyên tenduristî û ewlehî re were xurtkirin.

- Ji bo pêşîgirtina li cezayan em bang li malbatan û civakê dikin ku bibin alîkar; şîretan li ajokaran, bi taybetî jî ciwanan bikin.

Em ji malbatên qurbaniyên qezayên qezayên trafîkê re sersaxiyê û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin. Careke din em diyar dikin ku em ê mîsyona xwe ya pêşxistina ewlehiya trafîkê bidomînin. Em bang li hemû ajokaran dikin ku ji bo parastina giyanan berpirsyariyên xwe yên mirovî û yasayî pêk bînin.

Pêkanîna qanûnên trafîkê berpirsyariya her kesî ye. Tevkarî rêya me ya parastina giyanan e.”

(bb)