Şêniyên Dêrazorê: Em ê projeya neteweya demokratîk bibin serî

Şêniyên kantona Dêrazorê diyar kir ku projeya neteweya demokratîk vebijrêka yekane ya parastina destkeftiyên herêmê ye û piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman.

Şêniyên Dêrazorê: Em ê projeya neteweya demokratîk bibin serî
Şêniyên Dêrazorê: Em ê projeya neteweya demokratîk bibin serî
Şêniyên Dêrazorê: Em ê projeya neteweya demokratîk bibin serî
Şêniyên Dêrazorê: Em ê projeya neteweya demokratîk bibin serî
Şêniyên Dêrazorê: Em ê projeya neteweya demokratîk bibin serî
Şêniyên Dêrazorê: Em ê projeya neteweya demokratîk bibin serî
18 cotmeh, 2025   03:35
DÊRAZOR
FATIMA EL EBID

Ji destpêka rizgarkirina kantona Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ’ê (23 Adar 2019) ve êrişên şaneyên çeteyan li ser kantonê bi dawî nebûne. Bi armanca xurtkirina ewlehiya herêmê, QSD’ê bi tevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Koalîsyona Navneteweyî gelek operasyonên ewlehiyê li dar xistin.

Piştî rûxandina rejîma Baasê (Kanûn 2024) jî şaneyên çeteyan sûd ji valahiya ewlehiyê û parçebûna siyasî wergirt û êrişên xwe li ser kantonê zêdetir kirin. Di encamê de hejmarek şervan û sivîl şehîd bûn.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê di daxuyaniya xwe ya 22’yê Îlona îsal de ragihandibû ku şaneyên çeteyan di navbera 8’ê Kanûna 2024 -20’ê Îlonê de 153 êriş li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn ku piranî li Dêrazorê ne.

LI HEMBERÎ ÊRIŞAN HEVGIRTINA CIVAKÎ

Şêniyên kantona Dêrazorê der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman.

Şêniyê bi navê Hamid El Muxetet ê ji bajarê Sûsê yê gundewarên Dêrazorê diyar kir ku piştgiriya şêniyan a bi QSD’ê re dîwarekî asê li hemberî hemû planên bi armanca têkbirina projeya jiyana hevbeş e. El Muxetet got: "Em şêniyên Dêrazorê dê parastina destkeftiyên şoreşa xwe bidomînin. Em ê projeya xwe ya neteweya demokratîk ji hemû êriş û komployan biparêzin.”

El Muxetet di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku şênî bi QSD’ê re ne û hêviyên xwe yên Sûriyeyeke ewle spartine van hêzan û got: "Ji bo parastina erd û rûmeta xwe em dê piştgiriya bi QSD’ê re bidomînin.”

Şêniya bi navê Hemda El Mizel a ji gundê Hesaniyê jî bi van gotinan piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman: "Em di rêzekê de li pişt Hêzên Sûriyeya Demokratîk in, ji ber ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk mertalên rasteqîn ên parastina gelên herêmê ne. Projeya neteweya demokratîk jî rêya ber bi azadî û mîsogerkirina mafên tevahî pêkhateyan ve ye."

Hemda El Mizel destnîşan kir ku şêniyên herêmê dê piştgiriya bi QSD’ê re bidomînin û ev li gotinên xwe zêde kirin: “QSD’ê li hemberî hewldanên derxistina fitneyan mertalek asê ne ku di parastina erd û civakê de berdêlên giran dane.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Xebat El Şiêtî der barê mijarê de got QSD’ê hay ji wan planan hene û bi biryardarî û israr nêzîk dibe.

El Şiêtî di dewama axaftina xwe de got: "Hemahengiya me bi şêniyan re xurt e. Em hêza xwe ji berdêlên ku şêniyên Dêrazora di şerên parastina erd û rûmeta xwe ji terorê dane de digirtin. Hêzên me ku ji gelek pêkhateyan pêk tê, projeyeke diyar a jiyana hevbeş û edaleta siyasî hilgirtine."

Xebat El Şiêtî dê rê nedin ku keda şehîdan vala biçe û wiha pê de çû: "Şoreşa me ji sala 2014’an ve dest pê kiriye dê meşaleyek bimîne ku em ê heya jiyaneke birûmet û azad li dû wê bimeşin.”

Fermandar Xebat El Şiêtî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dê şopadarên rêya şehîdan bin, berdêl çi dibe bila bibe dê parastina şêniyan û ewlehiya herêmê bidomînin.

(bb)

ANHA