Li Maksîkoyê ji ber bahoza Ottis herî kêm 27 kesan jiyana xwe ji dest da

Piştî ku bahoza Ottis'ê ji herêma Akapolo ya başûrê rojavayê Makîskoyê re derbas bû, herî kêm 27 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Maksîkoyê ji ber bahoza Ottis herî kêm 27 kesan jiyana xwe ji dest da
26 cotmeh, 2023   20:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Maksîkoyê da zanîn ku piştî derbasbûna bahoza xa Ottis li Akapolo û herêma wê ya başûrê rojavayê Maksîkoyê, herî kêm 27 kesan jiyana xwe ji dest da û 4 din winda bûn.

Şeva sêşem-çarşemê bahoza Ottis bi bleza 270 kîlometreyan di saetekê de li Akapoloyê xist û di encamê de peywendî li herêmê qut bû û agahiyên der barê zirarê madî û yê sivîlan nehatin bidestxistin.

Wezîra ewlehiyê Rosa Rodríguez di civîneke çapemeniyê ya rojane ya serokkomar de got: "Mixabin, me ji hikumeta wîlayetê û şaredariyê raporek wergirt ku 27 kesan jiyana xwe ji dest da û 4 din winda bûne. Lê belê peywendî hêdî hêdî bi Akapoloyê re vedigerin."

Hîna jî gelek kesên li Akapoloyê ku nifusa wê 780 hezar welatî ye, bê kehrebe mane, piştî ku gelek stûnên kehrebeyê ji ber bayê xurt ketin erdê.

 (mh/şx)