Cenazeyên 3 şehîdên QSD'ê li Dêrazorê hatin oxirkirin

Şêniyên Dêrazorê cenazeyên 3 şervanên QSD'ê oxir kirin û destnîşan kirin ku şehîdan ji bo ku gelê herêmê bi azadî û di nav ewlehiyê de bijî, canê xwe feda kirin.

Cenazeyên 3 şehîdên QSD'ê li Dêrazorê hatin oxirkirin
Cenazeyên 3 şehîdên QSD'ê li Dêrazorê hatin oxirkirin
Cenazeyên 3 şehîdên QSD'ê li Dêrazorê hatin oxirkirin
Cenazeyên 3 şehîdên QSD'ê li Dêrazorê hatin oxirkirin
Cenazeyên 3 şehîdên QSD'ê li Dêrazorê hatin oxirkirin
Cenazeyên 3 şehîdên QSD'ê li Dêrazorê hatin oxirkirin
26 cotmeh, 2023   18:44
DÊRAZOR

Îro bi sedan şêniyên Dêrazorê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo oxirkirina cenazeyên şehîd Mihemed Fuad El Firatî, Mihemed Elî El Mihemed û Mihemed Îbrahîm El Mehel ku di dema pêkanîna erka xwe ya leşkerî de şehîd bûne, li goristana Şehîd Xidir El Hemadê ya bajarokê Ebû Xeşeb kom bûn.

Di serî de rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Lînda El Elî sersxî da malbatên şehîdan û got: "Şehîdan ji bo ku em bi azadî û bi rûmet bijîn canê xwe feda kirin."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya şehîdan hat xwendin û ji bo malbatên wan hatin radestkirin.

Cenazeyên şehîdan di nav tilîliyên dayikan û berzkirina siloganên "Şehîr Namirin" de hatin veşartin.

(mh/şx)

ANHA