Artêşa Tirk êrişî gundên Ziyaretê û Zîwanê kir

Dewleta Tirk a dagirker gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa û nuqteya hêzên hikumeta Şamê topbaran dike. Di heman demê de gundê Zîwanê bombe kir.

Artêşa Tirk êrişî gundên Ziyaretê û Zîwanê kir
26 cotmeh, 2023   20:51
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker nuqteya hêzên hikumeta Şamê û gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran dike.

Di heman demê de droneke xwekujî ya dewleta Tirk gundê Zîwanê yê kantona Şehbayê bombebaran kir. Di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Ji saetên sibehê ve balafirên keşfê li ser asîmê herêmê digerin.

(bb)

ANHA