Li Lubnanê pêleke din a teqînan

Dezgehên çapemeniyê diyar kir ku li başûrê Beyrûtê pêleke din a teqînan çêbû.

Li Lubnanê pêleke din a teqînan
18 îlon, 2024   18:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li başûrê Beyrûtê pêleke din teqînên bitirs û yên ku jêdera wan heta niha nayê zanîn pêk hat.

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku di dema veşartina cenazeyên endamên Hizbullah de pêla nû ya teqînan pêk hat.

Ruetersê destnîşan kir ku li 2 herêmên cuda yên başûrê Beyrûtê teqîn pêk hatin.

Tora El Erebiye diyar kir ku di encama teqîna alavên peywendiyê de mal û erebe şewitîn.

(fr)