ʹDestwerdanên derve rê li ber demokrasiya herêmê digirinʹ

Partiya El Weten El Sûrî diyar kir ku destwerdanên derve û aliyên hegemoniya xwe li herêmê ferz dikin rê li ber geşbûna demokrastiya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digirin.

ʹDestwerdanên derve rê li ber demokrasiya herêmê digirinʹ
ʹDestwerdanên derve rê li ber demokrasiya herêmê digirinʹ
ʹDestwerdanên derve rê li ber demokrasiya herêmê digirinʹ
ʹDestwerdanên derve rê li ber demokrasiya herêmê digirinʹ
ʹDestwerdanên derve rê li ber demokrasiya herêmê digirinʹ
ʹDestwerdanên derve rê li ber demokrasiya herêmê digirinʹ
ʹDestwerdanên derve rê li ber demokrasiya herêmê digirinʹ
ʹDestwerdanên derve rê li ber demokrasiya herêmê digirinʹ
ʹDestwerdanên derve rê li ber demokrasiya herêmê digirinʹ
18 îlon, 2024   18:44
HESEKÊ

Partiya El Weten El Sûrî li bajarê Hesekê panelek li dar xist. Di panelê de bal li ser astengiyên li pêşberê modela demokrasiya li herêmê hat kişandin. Di panelê de akadimsyen, çalakger û siyasetmedar beşdar bûn û li ser çawaniya pêşxistin û geşkirina pergala demokrasiyê axivîn. 

Sekreterê Giştî yê Partiya El Weten El Sûrî Sabit El Cewher û serokê Nivîsgeha Ciwanan a Partiya El Weten El Sûrî Xidir Deham û seroka Nivîsgeha Jinan şaxê Hesekê Hêlîn Elî panel bi rê ve birin.

Beşdaran demokrasî, demokrasî berpirsiyariya desthilat an civakê ye û kî bi rola mezin radibe û astengiyên li pêşberî geşbûna demokrasiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş kirin.

Beşdaran diyar kir ku pêdiviya geşbûna demokrasiyê di civakekê de bi dabînkirina jîngeheke civakî, rewşa aborî û siyasî heye. Astengiyên li pêşberî demokrasiyê adat û kevneşopî û pergalên civakî yên kevin in.

Destwerdanên derve çi madî û fikrî bin mîna şîrketên mezin û fikra kapîtalîst bandoreke neyênî li pêkanîna demokrasiyê dikin.

Panelek bi gelek encamnameyan bi dawî bû û dê ji aliyên têkildar re bên rakirin ku xebata demokrasiyê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêş bikeve.

(fr)

ANHA