3025 qezayên trafîkê, 164 mirî, 1580 birîndar

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka îsal ve 3 hezar û 25 qezayên trafîkê çêbûne. Di encamê de 164 kesan jiyana xwe ji dest da û hezar û 580 kes jî birîndar bûn. Rêveberiya Giştî ya Trafîkê der barê mijarê de hişyarî da şêniyan.

3025 qezayên trafîkê, 164 mirî, 1580 birîndar
22 îlon, 2025   03:45
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Ji destpêka îsal (2025) ve qezayên trafîkê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne. Qezaya herî bi êş di 2’ê Îlonê de li ser rêya Hesekê-Şedadê pêk hat û di encamê de 13 kesan canê xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn. Di nava qurbaniyan de jin û zarok jî hebûn. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev qeza bi êş pênase kir. Ji bo parastina jiyana şêniyan divê diyardeyên parastinê werin pêşxistin. Di heman demê de ji bo pêşîgirtina li pêşiya qezayan divê xebat were zêdekirin.

Têkildarî mijarê Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkere kir ku ji destpêka salê ve 3 hezar û 25 qezayên trafîkê li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatine. Di encamê de 164 kesan jiyana xwe ji dest da û hezar û 580 kes birîndar bûne.

Qezayên trafîkê li ser 3 beşan hatine dabeşkirin. Qezayên sivîk bi hejmara 725’an e. Di encama van qezayan de tenê zirarên madî yên sivik çêbûne. Qezayên navîn bi hejmara hezar û 397’an e. Di encama van qezayan de jî zirar di asta navîn de û tenê di erebeyê de ye. Cûreya sêyemîn qezayên mezin in. Hejmara van 903 e. Di vê cûreyê qezayan de zirarên madî û canî çêbûne.

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kolînêl Eymen Îbrahîm diyar kir ku sedamên herî zêde yên qezayên trafîkê ev in:  Zarokên temenê wan jêr 18 salî ne erebeyê dajon, qanûnan û nîşaneyên trafîkê nizanin, zêdebûna motorsklêtan li hin bajaran, di dema ajokariyê de telefon tên bikaranîn, bikaranîna camên reşkirî (fêmê) ku bandorê li dîtina ajokar dike, leza zêde jî dibe sedem ku ajokar nema karibe erebeyê kontrol bike.

Îbrahîm da zanîn ku ne kontrolkirina erebeyên bi awayekî birêk û pêk a li gorî demsalê jî sedemeke serekeye ya qezayan û wiha dom kir: “Kêmbûna hejmara polîsên trafîkê li beramberî zêdebûn û firehiya bajaran û zêdebûna mezin a erebeyan jî dibin sedema qezayên trafîkê.”

Îbrahîm aşkere kir ku hejmara erebeyan li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdora 550 hezar e û wiha dom kir: “Li beramberî herêmê û firehiya rêyan di herêmê de ev hejmar gelekî zêde ye. Erdîngariya bajaran vê hejmarê ranake. Erdîngariya bajarên wekî Qamişlo û Hesekê di dema avakirina wan ji bo derdora 3 hezar erebeyan hatiye amadekirin. Lê niha hejmara erebeyan di her bajarekî de ji van de 150 hezar derbas kiriye. Ev jî zexteke zêde li ser rêyan çêdike. Tevî hejmara zêde ya erebeyan niha hejmara polîsên trafîkê derdora hezar û 500 kesî ye. Ew jî rêyên herî bi qelebalix kontrol dikin."

Îbrahîm destnîşan kir ku Rêveberiya Trafîkê ji bo kêmkirina qezayan noqteyên xwe zêde kirine, radaran li ser rêyên sereke bi cih dike, di heman demê de rêjeya cezayên madî li gorî qanûna trafîkê hatiye zêdekirin.

Eymen Îbrahîm da zanîn ku wan plansaziya xwe ya sala 2026’an pêşkêşî Rêveberiya Xweser kirine û ev tişt anî ziman: “Me xwestiye hejmara radaran li ser rêyên sereke were zêdekirin û di sîstema dibistanên fêrkirina ajotinê de sîstemek nû were danîn. Li gorî vê sîstemê jî tenê kesên hêza wan a ajotinê heye, dikarin ezmûnan derbas bikin. Ji bo ajokar li gorî yasayên trafîkê tevbigerin endamên me li ser rêyan belavokên hişyariyê li ajokaran belav dikin.”

Hevserokê Rêveberiya Trafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kolînêl Eymen Îbrahîm di dawiyê de bang li tevahî ajokar û şêniyan kir ku li gorî yasayên trafîkê tevbigerin û rê nedin zarokên wan erebeyan bajon.

(dc)

ANHA