Lubnanê kesê ji Tirkiye pere ji bo Hizbullahê dibir binçav kir

Li balafirgeha Beyrûtê 2 mîlyon û nîv dolar hatin desteserkirin ji Tirkiye ji bo Hizbullahê re hatibû şandin.

Lubnanê kesê ji Tirkiye pere ji bo Hizbullahê dibir binçav kir
28 sibat, 2025   20:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Diravî ya Lubnanê ragihand ku Gerînendetiya Gumirkê li balafirgeha Beyrûtê ya Navnetweyî dest danî ser 2 mîlyon û nîv dolarî. 

Wezaretê diyar kir ku pere bi kesekî ji Tirkiyeyê hatiye, hate dîtin û diyar kir ku pere ji Hizbullah re hatibû şandin.

Li  gorî rojnameya El Nehar, gerînendetiyê kesê pere pê re hate dîtin bin çav kir û sewqî Daîreya Lêpirsînê ya Dezgeha Ewlekariya Giştî kir.

Îsraîlê demek berê ragihandinbû ku Îranê  di rêya Tirkiyeyê re pereyan ji Hizbullahê re dişîne. 

(bb)