Sûriye jî di nav de li gelek welatan sibe roja yekemîn a Remezanê ye

Li Sûriye, Erebistana Siûdî, Qeter, Urdun, Iraq, Endonezya, Awustralya, Îmarat û Uman û gelek welatên din sibe (Şemiyê) roja yekemîn a Remezanê ye.

Sûriye jî di nav de li gelek welatan sibe roja yekemîn a Remezanê ye
28 sibat, 2025   20:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku  li Sûriye, Erebistana Siûdî, Qeter, Urdun, Iraq, Endonezya, Awustralya, Îmarat û Uman û gelek welatên din sibe (Şemiyê) roja yekemîn a Remezanê ye.

Dîwana Serokatiya Îmaratê ragihand ku "Hêvya meha pîroz a Remezanê hat dîtin û sibe (1 Adar 2025) roja yekemîn a meha pîroz li welat e."

Dîwana Qraliyeteyê ya Erebistana Siûdî jî bi daxuyaniyekê ragihand ku: "Dadgeha Bilind biryar da ku sibe (Şemiyê) roja  yekem a meha Remezanê ye."

Weqfa Sunî ya Iraqê jî aşkera kir ku sibe roja yekem ya Remezanê ye.

Endonezya û Awustralya ragihandin ku sibe roja yekemîn a Remezanê ye.

 Kongra Îslama Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi boneya Remezanê peyamek weşand. Di peyamê de meha Remezanê li cîhana îslamê hat pîrozkirin.

Malezya û Brunei ragihandin ku heyv nehatiye dîtin û  ragihand ku roja yekşemê roja yekemîn a  meha Remezanê ye.

(bb)