Benda dawî ya ku di metna banga dîrokî de cih negirtibû

Hat hînbûn ku benda dawî ya balkêş a ku di metna banga Rêber Abdullah Ocalan de cih negirtibû û piştî bangê ji hêla endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ve hatibû vegotin, di çarçoveya lihevkirina bi şandeya dewletê re hatiye amadekirin.

Benda dawî ya ku di metna banga dîrokî de cih negirtibû
28 sibat, 2025   20:40
NAVENDA NÛÇEYAN 

Şandeya Îmraliyê ya ku ji 7 kesan pêk tê, duh piştî hevdîtina li Îmraliyê banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan ji raya giştî re ragihand. Têbiniya dawî ya piştî bangawaziyê ku bala siyaset, karsaz, saziyên civaka sivîl û qada navneteweyî kişand. Di hevoka ku endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Alîkarê Serokê Meclisa Tirkiyeyê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder bi gotina “Têbiniya dawî ya Îmraliyê" parve kir û bal kişand ser berpirsyariyên dewletê. Sirri Sureyya Onder têbinî bi gotinên Rêber Abdullah Ocalan; “Di dema pêşkêşkirina vê perspektîfê de, bêguman ji bo di pratîkê de çek werin berdan û PKK xwe fesh bike, divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin" parve kir.

LIHEVKIRINA LI SER BENDA DAWÎ

Yek ji mijarên herî balkêş ji duh ve ew e ku çima ev bend di nivîsa dîrokî ya ku Rêber Apo bi destên xwe nivîsandiye de cih negirtiye.

Li gorî agahiyên ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi dest xistiye, li ser gelek detayên wekî serdana şandeyê ya Îmraliyê, axaftinên dîrokî, hişyariyê û vê bendê geşdan qewimîne.

Rêber Abdullah Ocalan vê bendê bi Şandeya Îmraliyê re parve kir û diyar kir ku nivîs di 25'ê Sibatê de hatiye nivîsandin, lê belê piştî hevdîtinên bi rayedarên dewletê re li hev kirine ku ev bend di daxuyaniyê de cih bigire.

EV BEND BERDEWAMA BANGÊ YE Û HATIYE TOMARKIRIN

Hate hînbûn ku şandeyê di encama têkilî û hevdîtinên berfireh ên bi Rêber Abdullah Ocalan re, li ser formulekirina bendê bi vî rengî li hev kirine, lê ji ber nîqaşên dereng ên bi rayedarên dewletê re û mekanîzmayên têkildar û pêvajoyên hevparkirinê, di metnê de cih negirtiye.

Hat diyarkirin ku Rêber Abdullah Ocalan ev agahî bi şandeyê re parve kiriye û da zanîn ku wê bi vê bendê bangê bixwîne.

Piştre Rêber Abdullah Ocalan û Şandeya Îmraliyê derketin pêşberî 3 kamerayan. Rêber Abdullah Ocalan di banga xwe ya dîrokî de bi vê bendê dawî li banga xwe anî.

Rêber Abdullah Ocalan piştî peyama dîtbarî destnîşan kir ku ev bend berdewama bangê ye.

Rêber Apo xwest ku ev bend li salona ku wê bang lê bê kirin bê xwendin.

Bi vî awayî ev benda ku balê dikşîne ser berpirsyariya dewletê bi têbiniya Sirri Sureyya re ji raya giştî re hat ragihandin.