Li Lubnanê dema çareserkirina rewşa karkerên Sûriyeyî hat dirêjkirin

Ewlehiya Giştî ya Lubnanê dema çareserkirina rewşên karkerên ji Sûriyeyê yên ku bi awayeke neqanûnî li Lubananê dimînin heta destpêka 2027`an dirêj kir.

Li Lubnanê dema çareserkirina rewşa karkerên Sûriyeyî hat dirêjkirin
18 cotmeh, 2026   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendetiya Giştî ya Ewlehiya Giştî ya Lubnanê, di çarçoveya rêkarên ji bo karkerên biyanî û bi cih bûna wan, dema ji bo çareserkirina rewşên karkerên ji Sûriyeyê heta 29`ê Çileya 2027`an dirêj kir

Gerînendetiyê da zanîn ku piştî bidawîbûna demê wê qanûn û pergal bi awayeke cidî li hemberî bicihbûna kesên biyanî yên bi awayeke neqanûnî li Lubnanê bi cih were, daxwaz ji kesên ku diwazin çareseriyê pêk bînin kir ku li ser vê numareyê 1717 an jî bi rêya malperên elektronîk û fermî li wan bigerin.

Ewlehiya Giştî beriya niha rêkarên ji bo karkerên ji Sûriyeyê heta 30`ê Îlonê (2026) dirêj kiribû, ev yek piştî biryara Wezareta Kar a Lubananê di 13`ê Cotmehê de ya dirêjkirina dema çareseririna rewşên karkerên biyanî heta 31`ê Kanûnê (2026) pêk tê.

Wezaretê diyar kir ku dirêjkirina demê li gorî daxwaza sektora aborî û ji bo temamkirina mijara xebitandinê, rakirina astengiya rewşên ewlehî û aborî pêk hat.

Dema çareserkirinê li gel Wezareta Kar di 31`ê Kanûnê (2026) bi dawî dibe, li cem Ewlehiya Giştî heta 29`ê Çileya 2027`an didome.

(sb)

ANHA