Hêzên Îranê du ciwanên din kuştin

di encama êrişa hêzên Îranê de du ciwanên Belucî yên bi navê Wehîd Derzahê (17) û Newîd Derzahê (18)  jiyana xwe ji dest dan.

Hêzên Îranê du ciwanên din kuştin
17 îlon, 2024   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê, di 15’ê Îlonê de du ciwanên Belucî yên bi navê Wehîd Derzahê (17) û Newîd Derzahê (18) ên xelkê gundê Ziyaret ya ser bi bajarokê Bêmpişt ya ser bi bajarê Serawan, bi guleyên hêzên Îranê jiyana xwe ji dest dane.

Çavkaniyê ragihand ku herdu ciwan ji bo avdana baxçeyê xwe çûbûn ser sînor û di dema vegerê de, hêzên Îranê gule bi ser wan de reşandine û jiyana xwe ji dest dane.

Hêjayî gotinê ye di 14’ê Îlonê de jî zarokê bi navê Îhsan Askanî (12) yê xelkê gundê Cekîgur, ya ser bi sînorê Sîstan û Beluçistanê, di encama êrişa hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest da bû.