Li Lîbyayê 58 term hatin dîtin

Wezareta Karên Hundir a Lîbyayê di morga Nexweşxaneya El Hewadis ya Trablusê de 58 termên nasnameya wan nediyar dîtin.

Li Lîbyayê 58 term hatin dîtin
20 gulan, 2025   10:52
NAVNDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundir a Lîbyayê ragihand ku di nava morga Nexweşxaneya El Hewadis ya li taxa Ebû Selîm a paytext Trablusê de herî kêm 58 termên nasnameya wan nediyar hatin dîtin.

Wezaretê roja Duşemê bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku ji nexweşxaneyê raporek der  barê hebûna cenazeyan di sarinca morgê de hatiye wergirtin. Her wiha diyar kir ku rayedaran dest bi lêkolîna bûyerê kirine û tedbîrên yasayî ji bo belgekirina nasnameya qurbaniyan werdigirin. Heya niha 23 cenaze hatine lêkolînkirin, nimûne hatine komkirin û dane hatine belgekirin.

Li gorî nûçeya Reuters`ê, hinek ji wan terman heliyane û hinek jî şewitîne.

(k)