Êrişên li ser Xezayê dewam dikin: 44 kesên din hatin kuştin

Li gorî Rêxistina Parastina Sivîl a Şerîda Xezayê, di bombardûmanên nû de herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Êrişên li ser Xezayê dewam dikin: 44 kesên din hatin kuştin
20 gulan, 2025   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN 

Berdevkê Saziya Alîkariya Lezgîn Mehmûd Besel ji AFP'ê re axivî û anî ziman ku li herêmên cuda yên Şerîda Xezayê bi şev ji saet 01.00 û pê ve gelek êriş hatin kirin û piraniya wan jin û zarok herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Rayedarê parastina sivîl a li Fîlîstînê Mehmûd El Muxayîr jî ragihand roja Duşemê li Şerîda Xezayê 91 kes hatin kuştin.

Roja Yekşemê jî li herêmên cuda yên Şerîda Xezayê di bombardûmana Îsraîlê de piraniya wan zarok herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Li Şerîda Xezayê ku ji aliyê Hamasê ve tê birêvebirin, li gorî Wezareta Tenduristiyê şeva Şemiyê zêdeyî 100 kesî di êrîşan de jiyana xwe ji dest dan.

Roja Duşemê Îsraîlê ragihand ku dixwazin temamiya Şerîda Xezayê bixin bin kontrola xwe.

Serokwezîrê Îsraîlê got, "Şer giran e, em bi pêş ve diçin. Em ê temamiya Xezayê kontrol bikin" û diyar kri ku artêşê li Şerîda Xezayê dest bi 'operasyonên bejahî yên berfireh' kiriye.

Fransa, Elmanya, Îngilistan û Kanada jî di nav de 22 welatan bi daxuyaniyeke hevpar ji Îsraîlê xwestin ku alîkariya tam bi Xezeyê jinûve bide destpêkirin.

Lîderên Fransa, Îngiliz û Kanadayî hişyarî dan hikumeta Îsraîlê ku li hemberî 'çalakiyên qirêj' ên li Xezeyê wê 'vala nesekinin'.

Serokê operasyonên alîkariya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî roja Duşemê diyar kir ku destûr hatiye dayin ku 9 qemyonên ji alîkariya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî derbasî Şerîda Xezeyê bibin.