`Komkujiya Dêr Hafirê qanûnên navneteweyî binpê kirin`

PADK û PYD'ê komkujiya li gundê Um Tîne yê rojhilatê Dêr Hafirê şermezar kir û diyar kirin ku Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê berpirsê komkujiyê ye. Partiyan got ku ev komkujî qanûnên navneteweyî û pîvanên mirovahiyê binpê dike.

`Komkujiya Dêr Hafirê qanûnên navneteweyî binpê kirin`
`Komkujiya Dêr Hafirê qanûnên navneteweyî binpê kirin`
`Komkujiya Dêr Hafirê qanûnên navneteweyî binpê kirin`
21 îlon, 2025   17:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh komên çekdar ên girêdayî Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê bi balafirên bêmirov û topan xaniyên sivîlan ên gundê Um Tîne yê rojhilatê Dêr Hafirê yê rojhilatê Helebê bombebaran kirin. Di encamê de 7 sivîl şehîd bûn û 4 birîndar bûn.

Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê (PADK) bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku wê komkujiyê qanûnên navneteweyî û pîvanên mirovahiyê binpê kirin û êrişker dixwazin tirs û xofê di nava gelê Sûriyeyê de biçînin.

Partiyê di daxuyaniya xwe de got Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê berpirsê komkujiyê ye û bang kir ku hesab ji êrişkeran bê xwestin û rijandina xwînê ya ku ji 14 salan ve berdewam e, rawestîne.

Partiyê di daxuyaniyê de diyar kri ku divê hêzên nîştimanî yên rastîn di oxira avakirina Sûriyeya nû de, yek bin.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya kantona Reqayê di heman çarçoveyê de daxuyanî da. Daxuyaniya ku li pêşiya nivîsgeha partiyê hate dayîn, ji aliyê hevserokê nivîsgehê Munaf El Musa ve hate xwendin.

PYD'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew komkujî berdewama siyasetên têkbirina aramî û ewlehiya Sûriyeyê û bang li hêzên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku li hemberî van sûcan xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin û sivîlan biparêzin.

Di dawiya daxuyaniyê de îdiayên nerast ên ku ji aliyê Wezareta Ragihandinê ya Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê ve hatine belavkirin red kirin. PYD`ê destnîşan kir ku têkiliya çekdarên Wezareta Parastinê bi êrişê re, bi dîmen û wêne hatine belgekirin.

PYD`ê di dawiyê de got ew bi QSD`ê bawer e ji ber ku hêza dabînkera jiyana azad û bi rûmet e.

(mh/şx)

ANHA