Li Kurdistanê çalakiyên li dijî komploya navneteweyî

Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hestê bi mîlyonan Kurdistanî û alîgirên wan rakir. Ji dîroka destpêkirina komployê ve têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê bi dawî nebûye. Şoreşa 19’ê Tîrmehê yek ji berhemên vê têkoşînê ye.

Li Kurdistanê çalakiyên li dijî komploya navneteweyî
5 cotmeh, 2024   03:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan a 1998-1999’an guhertineke mezin di gûrkirina hestê neteweyî yê Kurdistanî de çêkir. Ji çiya û deştan bigire heya qad û girtîgehan bi hezaran Kurdistanê li dijî komployê rabûn û xwedî Rêberê ku doza Kurdî bi hemû hurguliyên wê nîşan da derketin.

QONAEKE NÛ YA MEŞA AZADIYÊ

Hêzên komploger hêvî dikirin ku bi revandina Rêber Abdullah Ocalan wê karibin dawî li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bînin. Lê bi revandina Rêbertî re têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê derbasî qonaxeke nû. Gelê Kurd ji destpêkê ve bi têkoşîna xwe ya azadiyê komplo vala derxistin. Sedema vê yekê jî ev e; projeya  demokratîk, ekolojîk û azadiya jin a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, ne tenê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd derbasî qonaxeke nû kir, lê di heman demê de li ber têkoşîna sosyalîst û demokrat ên li tevahiya cîhanê vekir. Ev jî wekî bersivke dîrokî ya giran li hemberî komploya navneteweyî ya hêzên modernîteya kapîtalîst hat nîşandan.

QONAXÊN TÊKOŞÎNÊ Û XWEPÊŞANDANÊN DOMDAR

Gelê Kurd û Kurdistanê 9’ê Cotmeha 1998’an an ku roja Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan wekî "Roja reş" bi nav dikin û li dijî wê rêzeçalakî dan destpêkirin ku heya roja me ya îro dewam dikin.

Çalakiyên bi dirûşma "Hûn Nikarin Roja Me Tarî  Bikin" xeteke nû di têkoşîna li dijî hêzên hegemonîk ên kapîtalîst ava kir. Ev xeta têkoşîna heya roja me ya îro li çiyayên Kurdistanê li dijî siyasetên qirkirin, komplo û kedxwariyê dewam dike.

ŞEHÎDÊN ÇALAKIYA "HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN"

Girtiyê siyasî yê Kurd Mehmet Halît Orald qonaxên komployê şopand û di 9’ê Cotmehê de di civînekê ku ji hevalên xwe yên girtî re li dar xisitibû. Oral di civînê de got: "Êrişeke topyekun li ser Rêbertiya me heye.  Divê em tiştekî bikin. Lê ev tişt çi ye?"

Mehmed Halet Oral di 9'ê Cotmeha 1998'an de li Girtîgeha Mereşê bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" bedena xwe da ber agir. Oral ê ku yekemîn endama berxwedanê bû ku li dora Rêber Abdullah Ocalan xeleka agirê ku di dîroka têkoşîna gelê Kurd de bi çalakiyên "Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin" ava kir,

Mehemed Halet Oral beriya çalakiyê bike nameyekê ji Rêber Abdullah Ocalan re dihêle. Di nameyê de wiha dibêje " Hêrs, kîn û tolhildana min mezin e. Lê belê, ez nikarim vê yekê li hember dijminê di zindanê de vereşînim. Bi vê çalakiyê ez careke din soza xwe ya ji bo we nîşan bidim. Bi vê çalakiyê ez dixwazim kîn, hêrs û nefreta xwe ya li hemberî dijmin vereşînim. Ez dixwazim dîsa tola xwe ji wî hilînim. Şerefa dîtina te nebû. Lê min her tim te di dilê xwe de hîs kir. Bê şik ev çalakiya min wê nehêle ku Komara Tirkiyê gavan paşde bavêje. Lê ew ê baş bibînin ku eger zerareke herî biçûk jî ji we re bê, hemû gelê me wê dinyayê ji wan re bikin zindan. Ji ber ku eger îro li vê dinyayê behsa me tê kirin û me wekî tiştekî bihesibînin, ev yek bi tevahî encama ked û xebata we ya mezin e.”

LI BAKURÊ KURDISTANÊ KAMPANYAYA KOMKIRINA ÎMZEYAN

Di navbera 1`ê Sibat û 1’ê Gulana 2004`an de Tevgera Ciwanên Serbixwe (BAGEH) di çarçoveya kampanyaya “Ji Rêbertî re azadî” de daxwaznameyên bi navê “Îradeya me dîl hatiye girtin” pêşkêşî meclisa Tirkiyeyê kirin. Tenê li 12 bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê 94 hezar û 941 daxwazname hatin komkirin û radestî Meclisa Tirkiyeyê hatin kirin.

Li Bakur, Tevgera Hemwelatiyên Azad, di navbera Tîrmeha 2005 – Gulana 2006`an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kampanyaya “Ocalan vîna min a sîyasî ye” meşand û 2 mîlyon 43 hezar îmze kom kirin. Di çarçoveya heman kampanyayê de li Ewropayê jî milyonek û 200 hezar îmze hatin komkirin. Îmze ji saziyên Ewropayê re hatin şandin.

ROJIYA MIRINÊ

Bi armanca başkirina şert û mercên tenduristî, ewlehî û pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan girtiyên siyasî 12’ê Îlona 2012’an dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya ku piştre veguherî rojiya mirinê bi peyama Rêber Abdullah Ocalan di roja 68’an de bi dawî bû.

Li Tirkiyeyê piştî pevçûn û nakokiyên navbera rêxistina Fetullah û AKP’ê yên 15’ê Tîrmeha 2016’an, nûçeyên der barê jiyana Rêber Abdullah Ocalan de hatin belavkirin. Li ser vê yekê li gelek bajar û navçeyan nobetên “Ji Ocalan re Azadî” hatin destpêkirin.

Di Îlona 2016’an de li Amedê bi daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re, bi pêşengiya DTK, HDK, KJA, DBP û HDP’ê bi beşdariya 50 dildaran greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger hat destpêkirin. Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan di roja 8’an a greva birçîbûnê de çû Îmraliyê. Piştî hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re çalakî bi dawî bû.

Hevseroka KCD`ê Leyla Guven di 8’ê Mijdara 2018’an de li dijî tecrîdê, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger da destpêkirin. Paşê li zindanan jî greva birçîbûnê û rojiya mirinê hate destpêkirin. Di wê pêvajoyê de girtiyên siyasî Yonca Akici, Zulkuf Gezen, Ûgûr Şakar, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Siraç Yuksek û Mahsum Pamay li zindanê agir berdan bedena xwe û şehîd bûn. Di encama grevên birçîbûnê û rojiya mirinê de parêzeran 5 caran bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn û bi banga Rêber Abdullah Ocalan re grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bûn.

LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ NÊZÎ 3 MILYON ÎMZE

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di 9’ê Cotmeha 2019'an ji aliyê gelek siyasetmedar, hiqûqnas, bijîşk, şêx û rûspiyên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen ve hat avakirin. Di 14 Sibata 2021`an de Înîsiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan avabû. Xebatên herî girîng yên van înîsiyatifan ew bûn ku 691 parêzerên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 19’ê Îlona 2022’yan de ji Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê re name şandin û xwestin biçin Îmraliyê. Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di sala 2023`yan de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 milyon û 646 hezar û 211 îmze kom kirin û ji CPT, NY`ê re şandin. Di heman salê de 1025 parêzerên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û Suriyeyê îmze dijî tecrîdê serî li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dan.

`DEM DEMA AZADIYÊ YE`

KCK`ê di 10’ê Îlona 2020’an de bi daxuyaniyekê kampanya “Dem Dema Azadiyê” da destpêkirin. Li çar aliyên cîhanê ruxmî vîrûsa koronayê jî bi mîlyonan kesên ku di nava wan de hûnermend, akademîsyen, siyasetmedar, rewşenbîr û kesên navdar jî hebûn, tevlî pêngavê bûn. Li çar parçeyên Kurdistanê jî di çarçoveya pêngavê de gelek çalakî hatin lidarxistin.

11’ê Çileya 2021′an, Koma Xebatê ya Kurdan a Afrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayan a Afrîkaya Başûr (COSATU) bi dirûşma “Dema wê hatiye, ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyeyê azadî ji Abdullah Ocalan re” pêngavek da destpêkirin. Gelek sazî tevlî pêngavê bûn û name ji NY`ê re hatin şandin.

Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiye û Bakûr ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan 27’ê Mijdara 2020’an dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Zêdeyî 2 hezar girtî li 107 zîndanan tevlî çalakiyê bûn. Li Kampa Lavrîo ya Yewnanîstanê û Wargeha Mexmûrê jî bi ketina grevê re piştgirî hat dayîn.

Di 15’ê sibata 2021’an de zêdetirî sed hunermend, rojnameger û nivîskarên navdar ên cîhanê bi sernavê “Ji bo Abdullah Ocalan azadî” deklarasyonek weşandin û banga: “Zêdetirî 20 sal derbas bûn û divê Abdullah Ocalan azad bibe” kirin.

LI ROJAVA PARADÎGMEYA RÊBER ABDULLAH OCALAN

Rêber Abdullah Ocalan  ku zêdetirî 20 salan li Sûriyeyê mabû, hebûna xwe ji bo gelê Kurd veguherand jêdera îrade û têkoşîna azad. Rêbertî  bi hezaran pêşengên partiyê û yên civakî ava kirin ku di rêya azadiyê de ked dan.

Serhildana Qamişloyê ya 2004’an li dijî polîtîkayên nîjadperestî û neteweprestî  yên Partiya Baas’ê bingeha metîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê danî. Bangên azadî, demokasî û edaletê ku bi hezaran kesî di 7 rojên serhildanê de berz kirin, bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re tacîdar bû.

 Rihê berxwedan û serhildanê ku Rêber Abdullah Ocalan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê çandiniye bû bingeha avakirina pergaleke xweparastinê û mîsogerkirina destkeftiyên leşkerî. Rêber Abdullah Ocalan bûye jêdera hêz û morale ji ciwanan re ku bi rihê fedaî cihên xwe di nava YPJ û YPJ’ê û hêzên din ên parastinê dibin.

Destkeftiyên ku di çarçoveya şoreşê de di tevaahî qadan de çêbûne, berhemên xwe ji ramênên Rêber Abdullah Ocalan digire.

(bb)

ANHA