Li ser komplo rêzecivînên girseyî

Bi nêzîkbûna salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re, li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînên girseyî bi şêniyan re hatin lidarxistin.

Li ser komplo rêzecivînên girseyî
Li ser komplo rêzecivînên girseyî
Li ser komplo rêzecivînên girseyî
Li ser komplo rêzecivînên girseyî
Li ser komplo rêzecivînên girseyî
Li ser komplo rêzecivînên girseyî
Li ser komplo rêzecivînên girseyî
Li ser komplo rêzecivînên girseyî
Li ser komplo rêzecivînên girseyî
Li ser komplo rêzecivînên girseyî
Li ser komplo rêzecivînên girseyî
Li ser komplo rêzecivînên girseyî
Li ser komplo rêzecivînên girseyî
Li ser komplo rêzecivînên girseyî
4 cotmeh, 2024   21:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Til Temirê 2 civînên girseyî li gundê Til Nesrî û taxa Til Ehmer li dar xistin. Tê de bal kişand ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ya ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de dest pê kiriye. Di civînan de bi dehan şêniyên gund û taxa Til Ehmer beşdar bûn.

Li civîna gundê Til Nesrî rêvebera Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê Reşa Elo banga bilindkirina asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Reşa Elo diyar kir ku armanc ji komployê tunekirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan e û got: "Pêwist e em fikrên wî di jiyana rojane de pêk bînin."

Li civîna Til Ehmer rêveberê Hêzên Parastina Civakê ya Til Temir Xalid Elo destnîşan kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan azad in û dewleta Tirk a dagirker negihîşt armanca xwe.

Têkildarî wê, PYD'ê li gundê Hîmo û taxa Qidûrbek ên bajarê Qamişlo 2 semîner li ser komployê dan.

Semînera Qidûrbek li dibistana Wîam bi beşdariya hevserokê PYD'ê Xerîb Hiso hat dayîn.

Hiso diyar kir ku komplo heta roja îro li dijî gelên herêmê û cîhanê didome û ew bi armanca bêdengkirina gelan û pêşîgirtina li belavbûna fikrên Rêber Abdullah Ocalan e.

Di dawiyê de Hiso teqezî bi girîngiya bilindkirina asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û belavkirina fikrên wî li seranserî cîhanê, da.

(mh)

Qamişlo

Til temir