Dafika bi komployê li ber Kurdan danîne - 2 - RAUF KARAKOÇAN

Dafika bi komployê li ber Kurdan danîne - 2 - RAUF KARAKOÇAN
5 cotmeh, 2024   05:10

Desthilata AKP-MHP'ê bi polîtîkayên nû yên bi navê qaşo Pêvajoya Çareseriyê xwest pêvajoyeke nû bide destpêkirin. Bi hevdîtinên Osloyê re hewl dan qaşo bi însiyatîfeke aştiyê Rêber Apo bê bandor bikin, lê ev qaşo  hewldana aştiyê dûrî encaman bû. Piştre bi hevdîtinên Îmraliyê re Qendîl jî tev li pêvajoyê bû û rê li ber têkiliya çiyê vekirin. Komîsyona Mirovên Aqilmend hat avakirin. Komên Aştiyê çûn, di nava raya giştî de bendewariyên gelekî mezin afirandin. Gelek civîn çêkirin û hêvî afirandin. Ev hemû însiyatîf, bendewarî û hêvî bi awayekî fermî di Mutabaqata Dolmabahçeyê de fermî kirin. Her tişt hema bi carekê de xera kirin. Maseya çareseriyê qelibandin. Li şûna ku wê pêvajoyê bi pêş ve bibin û pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin, ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn. Bi taktîkên eglekirinê xwestin sûdê ji Kurdan wergirin û bi destê xwe pêvajo sabote kirin. Piştî sala 2015’an pêleke êrişan dan destpêkirin û hilbijartinên ku tê de têk çû jî, careke din veguherand berjewendiya xwe.

Bi navê şerê li dijî PKK'ê hema hema hemû çavkaniyên Tirkiyeyê ziwa kirine. Aborî xistine rewşeke tengas. Karker, cotkar, karmend, malnişîn, hilberîner, hwd, bi kurtasî piraniya gel ber bi sînorê xizaniyê ve dehf dan. Hemû hesabên mayîna li ser desthilatê, li ser bingeha têkoşîna li dijî PKK'ê ne. Neteweperestî kirin bingeha pêşketina olperestiyê. Ji bo ku Îslama siyasî sazkar bikin hemû saziyên dewletê kirin şaxên desthilatdariyê. Li şûna sîstema parlamenteriyê, sîstemeke ku kes nizane çi ye ava kirin û di navbera sûltanî û dîktatoriya faşîst de asê bûye û li pênaseyên siyasî jî nayê. Serdema sûdwergirtina ji Kurdan û bidestxistina sûdeke siyasî bi dijminatiya li PKK'ê, bi dawî bûye. Tirkiye bi pirsgirêkên binyadî yên bê ser û ber re rû bi rû ye. Dafika li ber Kurdan danîne, bi xwe ketinê.

Dema Rêber Apo radestî Tirkiyeyê hat kirin serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît gotibû ku "Me fêm nekir" çima ew radest kirin. Piştî komployê hilbijartina xwe ya yekemîn winda kir û koalîsyon ji hev ket. Ji siyasetê xatir xwest û bêyî ku fêm bike çawa winda kiriye, çû. Qedera koalîsyona faşîst a ku Erdogan û Bahçelî bi zêdekirina HudaParê ya li ser Tifaqa Cûmhûrê re berfireh kiriye, nikare ji heman aqûbetê bireve. Mixabin polîtîkayên ku li ser bingeha dijminatiya Kurdan tên meşandin, hem li hundir hem jî li derve dibin sedema windahiyên Tirkiyeyê. Hikumeta wan a Îslama siyasî jî hatin ber hilweşînê. Bahçelî û Erdogan wek lîderên siyasî bûne nexweşên têkçûneke piralî. Ew ê bi hilbijartina pêşîn re bikevin entubeyê. Hê jî fehm nekirine ku pirsa Kurd maka hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye.

Desthilata AKP'ê bi sûdwergirtina ji valahiya siyasî ya bi komployê re li Tirkiyeyê hat afirandin, bi pêş ve çû û di nava planên Projeya Mezin a Rojhilata Navîn de projeyek e ku li gorî berjewendiyên sîstema kapîtalîst li ser Tirkiyeyê tê ferzkirin. Hê jî partiyeke projeyê ye. Ji bo ku bi navê îslama nerm Tirkiyeyê veguherîne projeyekê, hat avakirin û anîn ser desthilatê. Lê êdî jiyana wê ya siyasî temam bûye. Hikumeta AKP'ê jî hêviya xwe bi Komploya Navneteweyî ve girê da. Xwestin ji girtîbûna Rêber Apo sûdê wergirin. Hewl dan ji bo hihlbijartinan ji desteka Kurdan berjewendiyekê ji xwe re derxin.

Pirsgirêka Kurd kirasekî ji agir e û niha jî dest bi şewitandina hikumeta AKP'ê kiriye. Her ku di bêçareseriyê de israr dikin, zemîna di bin lingên we de diheze. Hemû çavkaniyên dewletê ji bo şer seferber kirin û êrişî PKK’ê kirin. Lê pûç e û nikarin encamekê jê bigirin. Hatine ber vebijêrka mirin an jî xwekuştinê.

Dewleta Tirk bi hinceta şerê li dijî PKK'ê, êrişên li ser sînor û tevgerên dagirkerî û îlhaqkirinê, li Sûriye û Iraqê ji aliyê erdnîgarî ve zêde dike. Di êrişan de bi bikaranîna rêxistinên terorê yên cîhadîst ên radîkal re cih ji xwe re vekirin. Di encamê de ev polîtîkayên êrişkar ji zirardayîna gelê Kurd û Ereb ên li herêmê dijîn wêdetir neçû û tu sûd ji wan re çênekir. Di vê qonaxê de bêhêvî bûne ku bi rêveberiya Esad re diyalogekê çêkin. Bi mentiqa 'zirar çi qas kêm be ew qas kar e' dest bi dîplomasiyê kirine. Ji bo ku têkiliyên bi Misire baş bikin lavayan dikin. Hemû têkiliyên cîrantiyê qedandin û bi tenê man.

Tengasiya li Tirkiyeyê, belkî ji wê bêhtir jî di polîtîkaya derve de heye. Argumana wan a herî girîng di têkiliyên navneteweyî de ew e ku li ser PKK'ê dan û standinan bikin. Bêyî PKK'ê, hema bêje nikarin dîplomasiyê bikin. Heke PKK nebe mirov dibêje nikarin dîplomasiyê bikin. Sedema êrişa li dijî Iraqê jî PKK ye. Şertê PKK'ê bû sedem ku endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya li NATO'yê were derengxistin. Ji bo ku di şerê Rûsya û Ukraynayê de bi Rûsan re têkiliyê deyne, kaxiza Kurd derdixe pêş û ji bo ku êrişî Rojava bike, tawîzên dide. Sedema pirsgirêkên di têkiliyên wan ên li gel DYA'yê de jî dîsa PKK ye.

Heke komplo mîna tê xwestin bi ser biketa, hewcedarî bi van yekê jî nedima. Her hêz dê xwedî PKK'ekê bûya ku dê wek amûrekê li gorî xwe bi kar bianiya. Kesên erdnîgariya Kurdistanê parçe kiriye û bûne sedema pirsgirêka Kurd, kesên bi van şer û nakokiyan xwe têr dikin û li ser vê yekê polîtîkayan çêdikin; çi qas xurt bin jî li hember meşrûbûn û heqîqeta Tevgera Azadiyê ya Kurdan têk çûn.

Hêzên komploger ên navneteweyî beriya komployê bi berfirehî li ser her tiştî fikirîne û sîstema Îmraliyê ji berê ve ji Rêber Apo re amade kirine. Ne tesadûf e ku li Îmraliyê jinek li ser navê Yekitiya Ewropayê Rêber Apo pêşwazî kiriye. Sîstema Girtîgeha Îmraliyê sîstemek e ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatiye avakirin û çavdêrî lê tê kirin. Tam jî dema digotin bi komployê me pirsgirêka Kurd û PKK'ê çareser kir, her tişt di destê wan de aloz bû. Bi milyonan mirovan Rêber Apo hembêz kir û nêzî sed kesî xwe dan ber agir. Gelê me li Kurdistanê bi giştî û li Ewropayê rabû ser pêyan. Di ser komployê re 26 sal derbas bûne, lê li Rojava hê jî jin hene reşik girêdane. Li pêşberî vê berxwedana girseyî, wezîrê karên derve yê DYA’yê yê wê demê got 'Me ev qas jî hêvî nedikir' û ew rastî qebûl kir.

Tevî her tiştî jî domana dîrokê li gorî berjewendiya gelan guheriye. Bi komployê re destwerdana li Rojhilata Navîn kirine jî, bê wate bûye.