Li kampên koçberan tedbîrên tenduristiyê

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê, Mudiriyeta Tenduristiya bajarê Hesekê û Meclisa bajarê Hesekê li nava kampên koçberan dest bi xebateke berfireh a kontrolkirina tenduristiyê kirine.

Li kampên koçberan tedbîrên tenduristiyê
29 gulan, 2025   20:37
HESEKÊ

Bi hatina havînê re koçberên Efrîn û Şehba, Serêkaniyê û Girê Spî yên di kampan de di şer û mercên zehmet re derbas dibin. Ji bo ku  pêşiya nexweşiyên cildî  bên girtin, Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê, Mudiriyeta Tenduristiyê yê bajarê Hesekê û Meclîsa bajarê Hesekê dest bi xebateke berfireh a kontrolkirina tenduristiyê kirine.

Têkildarî mijarê Rêveberiya Mudiriyeta Tenduristiya bajarê Hesekê Dr. Hesen Emîn ji ajansa me ANHA’yê re axivî.

Dr. Hesen Emîn da zanîn ku agahî hatin wergirtin ku li kampa Waşokanî nexweşiyên gurîbûnê ku nexweşiyekî cildî yê ku zû belav dibe, heye. Emîn anî ziman ku li ser vî esasî Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê, Mudiriyeta Tenduristiya bajarê Hesekê û Meclîsa bajarê Hesekê dest bi xebateke berfireh a kontrolkirina tenduristiyê kirine.

Hesen Emîn destnîşan kir ku wan bi ekîbên tenduristiyê yên pispor re ku ji bijîşk û hemşîreyan pêk tê dest bi kontrolkirina nexweşên nava kampê kirine û ji bo tedawiyê jî derman amade kirine.

Emîn di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku armanca wan tenê ne dermankirina nexweşan e, di heman demê de di nava niştecihên kampê de hişmendiyek tenduristiyê ava bikin û rêbazê li dijî nexweşiyan pêşkêş bikin.

‛PIŞTÎ QUTKIRINA ALÎKARIYAN LI SER KAMPAN NEXWEŞÎ ZÊDE BÛN’

Dr. Hesen Emîn destnîşan kir ku piştî ku alîkariya saziyên tenduristiyê yên navneteweyî ji aliyê rêveberiya DYA’yê ve li ser kampên koçberan hatiye qutkirin rewşa nexweşiyên li kampa metirsîdar e. Her wiha diyar kir ku piştî ku gelek saziyan alîkarî qut kirin û xwe paşde kişandin, koçberên di kampan de di milê av, kehrebe û debara jiyanê de bi zehmetiyan re rû bi rû mane, lewma bi vê yekê re pêşiya nexweşiyên heyî hatiye vekirin.

Dr. Hesen Emîn bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li saziyên navneteweyî yên tenduristiyê dikin ku bi xwe werin rewşa kampan bi çavên xwe bibînin û ji bo astengkirina naxweşiyan lazime alîkariyê xwe bidomînin.”

Li gor zanyariyên berdest, wê hemû kamp û dibistanên ku koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girêsipî tê de ne bên kontrolkirin û ji bo pêşî lê girtina nexweşiyan xebateke berfireh bê meşandin.

(bm/fr)

ANHA