Şaredariya Qamişloyê ji bo krîza avê tedbîrên lez girtin

Şaredariya Gel a bajarê Qamişloyê rêzetedbîrên lezgîn ji bo krîza ava vexwarinê girtin; ji wan jî zêdekirina xebatên çaksazkirina dewrî ya bîr û torên avê, lezkirina pêkanîna projeyên 2025’an ên plankirî û rakirina binpêkirinên li ser tora kehrebê ya ji bo stasyonan.

Şaredariya Qamişloyê ji bo krîza avê tedbîrên lez girtin
29 gulan, 2025   20:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Krîza Avê ya Şaredariya Qamişloyê îro bi beşdariya hevserokatiya şaredariyê, hevserokên Daîreya Avê û stasyonên pompkirinê re civîneke awarte li dar xist. Di civînê de saetên pêxistin û pompkirina avê, digel kêmkirina kehrebê ya ji ber daketina rêjeya avê li Bendava Tişrînê, bandorên wê yên neyênî li ser beşên xizmetguzarî bi taybet li ser stasyonên avê, hatin nîqaşkirin.

Piştî nîqaşkirinê gelek tedbîrên lezgîn ji bo misogeriya berdewamkirina xizmetguzriyan hatin girtin û wiha ne:

Rakirina binpêkirinên li ser torên kehrebê û avê bi hevahengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastina Civakî.

Çaksazkirina jenetorên altarnatîf ji bo misogeriya berdewamkirina dayîna kehrebê, zêdekirina parên sotemenî û parçeyên jenetoran, ji bo zêdekirina hejmarên saetên pêxistinê.

Zêdekirina xebatên çaksazkirina dewrî ya bîr û torên avê, ji bo misogeriya berdewamkirina dayîna avê.

Lezkirina pêkanîna projeyên ji bo 2025’an hatine plankirin û serê pêşîn beşa avê bê çareserkirin.

Xurtkirina çavdêriya tenduristî li ser stasyonên pompkirina avê, ji bo misogeriya kalîteya avê.

Piştgiriya karmendên pîşeyî yên pispor bi zêdekirina hejmara karmendan ji bo dagirtina kêmasiya heyî û zêdekirina leza kar bê kirin.

Bihaya tankerên avê yên taybet bê kontrolkirin, çavdêriya tenduristî û darayî bê xurtkirin.

Bi hevkariya Foca Agirkujiyê piştgiriya zêde ji tankerên avê yên şaredariya Qamişloyê re bê pêşkêşkirin, av bê pere li gorî derfetên heyî bê peydakirin.

Şaredariya Qamişloyê hewlên xwe didomîne, piştgiriya madî û lojistîk a guncaw ji bo sivikkirina krîza avê dabîn dike. Şaredarî bang li welatiyan dike ku ji bo ku ev qonaxa zehmet bi zirarên kêm derbas bibe avê li gorî pêwîstiyan bi kar bînin.

(fr)