Şandeyek Ewropî serdana Kobanê kir

Şandeyek Ewropî ji bo şopandian rewşa herêmê û zehemtiyên ewlehî, lêkolînkirina rêbazên xurtkirina hevkarî û piştgiriya mirovî, serdana bajarê Kobanê kir.

Şandeyek Ewropî serdana Kobanê kir
29 gulan, 2025   20:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Firatê li navenda xwe ya li bajarê Kobanê di serdaneke fermî de şandeyek Ewropî pêşwaz kir. Armanc ji serdanê nîqaşkirian dozên siyasî, mirovî û pêşdeçûnên li herêmê ye.

Şande ji endamê Parlamentoya Ewropayê û hevserokê Koma Çepgir a Parlamentoya Ewropayê Martin Shirdiwan, cîgira wî Nora Friese Wendenberg, cîgirê rêveberê Weqfa Rosa Luxemburgê Philipp Degenhard, nûnerê Dem Partiyê yê Saziyên Ewropayê li Strasbourgê Fayîk Yagizay û şêwirmenda Fayîk Yagizay Dr. Sara Glenn pêk dihat.

Ev serdan, bi armanca şopandina rewşa Kobanê, pergala wê ya rêveberî û astengiyên ewlehî yên rûbirûyî wê, nîqaşkirian rêbazên xurtkirian hevkarî û piştgiriya mirovî pêk tê.

Ev serdan, piştî hevdîtina şandeyê û hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hisên Osman, cigîrên hevserokatiya meclisê, li avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêmê ya li kantona Reqayê, pêk hat.

(fr)