Li Kolnê bi deh hezaran kes ji bo azadiya Rêber Ocalan dimeşin

Bi deh hezaran kes ji bo azadiya wî ya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Koln ê Almanyayê dimeşin.

Li Kolnê bi deh hezaran kes ji bo azadiya Rêber Ocalan dimeşin
17 sibat, 2024   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi daxwaza ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk, li bajarê Koln ê Almanyayê meşeke mezin hate organîzekirin.

Ji gelek welatan bi deh hezaran kes di saetên sibehê de hatin ba hev.

Kurdistanî û dostên wan  bi poster û flamayên Rêber Abdullah Ocalan li qada Siegburger Str Deutzer Wert a li rex Çemê Ren hatin ba hev û dest bi meşê kir.

Girseyê piştî Çemê Ren derbas kirin, flamayên bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî", "Free Ocalan" û "Freedom Ocalan" hildan û dirûşmên “Bijî Serok Apo” berz kirin.