Li Dêrazorê 18 şehîd hatin bibîranîn

18 şehîdên di mehên Çile û Sibatê de şehîd bûne, li bajarokê Hecînê yê Dêrazorê hatin bibîranîn.

Li Dêrazorê 18 şehîd hatin bibîranîn
Li Dêrazorê 18 şehîd hatin bibîranîn
Li Dêrazorê 18 şehîd hatin bibîranîn
Li Dêrazorê 18 şehîd hatin bibîranîn
Li Dêrazorê 18 şehîd hatin bibîranîn
Li Dêrazorê 18 şehîd hatin bibîranîn
Li Dêrazorê 18 şehîd hatin bibîranîn
17 sibat, 2024   15:02
DÊRAZOR

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Hecînê yê Dêrazorê merasîmê bîranîna 18 cangoriyên mehên Çile û Sibatê yên di sal û li deverên cuda de şehîd bûne, li dar xist.

Bîranîn li avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Hecînê bi beşdarbûna malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtinê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hecînê Rakan El Fireyîh axivî û got: "Cihê şehîdan li dinya û axiretê bilind e.”

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Şemlan Ewed jî bal kişand ser fedakariyên şehîdan ên ji bo azadî û parastina ewlehiyê herêmê. Şemlan Ewed soza şopandina xeta şehîdan da.

Endamê Meclisa Dêrazorê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Samir El Ubeyd axivî û da zanîn ku bi ked û xwîna şehîdan herêm ji terorê hate rizgarkirin.

Di merasîmê de endama Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Sefa Etiyê jî wiha got: "Şehîdan ji bo parastina xak û rûmeta gelê xwe berdêlên giranbuha dane."

Di dawiyê de mûm li ber wesîqeyên şehîdan hatin pêxistin.

(bb)

ANHA